Mirina piştî ji axa xwe hat dûrxistin! 2020-09-25 09:15:59 AMED - Ekrem Taş ê mala wî hat hilweşandin, ji axa xwe hat dûrxistin û dûre ji jiyanê xeyîdî, nêzî 26 salan ji mala xwe ya li Amedê ku qet derneket derve, jiyana xwe ji dest da.  Li herêmê bi salane şer û pevçûnên dijwar rû didin. Bi taybetî di salên 1990’an de, bi hezaran gund, cih û war bi darê zorê hatin vale kirin. Welatiyên ku cih û warên xwe terk kirin û neçar man ku koçber bikin, hinek ji wan li taxên feqîr û xizan ên bajaran û hinek jî li gel xizmên xwe bi cih bûn. Bi taybetî di sala 1993’yan de valekirina gundan pir zêde bû. Di bihara sala 93’yan de, eskeran li dijî gundê Eskar a girêdayî Pasûra Amedê operasyon li dar xistin. Eskeran malên gundiyan bi hemû alavên wan ve şewitandin û hemû niştecihên gund neçarî koçberiyê kirin.    Kalê 80 salî Ekrem Taş ê li Gundê Aliyê ya girêdayî gund dijî, ligel ku mala wî tê şewitandin jî, ji bo xwe cihekê ava dike û bi heywanên re mayîna xwe ya li gund dewam dike. Taş temenê xwe bi sewalkariyê derbas dike û naxwaze axa xwe terk bike. Esker di meha Cotmeyê ya heman salê de, dîsa li gund operasyonê li dar dixin. Vê carê jî, mala Taş ji xwe re ava kiribû bi hemû amûrên tê de ve dişewitînin. Esker heqaretên giran li Taş dikin û wî didin ber zilehan. Taş di dema operayona eskerî de hin heywanên xwe winda dike. Esker dûre Taş û heywanên wî ji gund derdixin.    NEÇAR DIMÎNE BÊ AMEDÊ    Taş bi vî awayî ji axa xwe ya lê mezin bûyî û pir hes dike tê dûrxistin. Taş, ji bo ku li heywanên xwe mêze bike, dikeve ser rêya goma Derik a girêdayî gundê Agaçkorûr. Taş heya demekê li vê derê dimîne, dûre diçe gomekê nêzî navçeyê û zivistana xwe li vê derê bi tena serê xwe derbas dike. Taş bi hatina biharê re cardin bi heman hincetan neçar dimîne ku cihê xwe biguherîne û diçe gel xizmên xwe yên li nêzî naçeyê rûdinin. Lê Taş pir zêde li vê derê namîne û vê carê jî bi heywanên xwe re, ligel hevjîn û zarokên xwe tên Amedê.    HEYWAN WÎ MIRAR DIBIN   Taş û malbat xwe li axurê maleke li semta Seyrantepe ya girêdayî navçeya Yenîşehîr a Amedê bi cih dibe. Heywanên wan ji ber germa havînê ya sala 94’an mirar dibin.     XWE HEPSÎ MALÊ KIR    Piştî ku mala Taş tê hilweşandin, heywanên wî mirar dikin, ji axa xwe, cih û warê xwe tê dûrxistin û koçber kirin, dinya li ber çavên wî reş dibe û her ku diçe bêdeng dibe. Taş dûre qet ji malê dernakeve û xwe hespî malê dike. Taşê êdî gava xwe navêje derve, li baxçeyê mala xwe kewan xwedî dike û bi wan re danûstandinê dike. Taş bi vî awayî ji jiyanê dixeyî de û her tiştî li xwe heram dike.    TEDAWÎ RED KIR   Taş ê ku bi salan êşa cih û warê xwe jiya, bi nexweşiya pençeşêrê ket, lê ligel ku nexweşiya wî pir giran jî bû, çûyîna nexweşxanê her tim red kir. Divîya bû Taş bihata dermankirin, lê ji ber ku dermankirin qebûl nekir, her ku çû nexweşiya wî lê giran bû. Piştî ku nekarî xwarin bixwe, sewqî Zanîngeha Dîcle ya Amedê hat kirin. Taş cardin nexwest li vê derê bimîne. Malbatê li ser vê yekê ew birin malê û bi mamayan xwedî kirin.     26 SALAN JI MALA XWE DERNEKET   Taş piştî demekê êdî nekarî mamayan jî vexwe û bi vî awayî, dûrî ax, cih û warê xwe, li mala xwe ya 26 salan qet jê derneket derve, di 16’ê Îlonê de saet 02.30’ê jiyana xwe ji dest da. Malbatê, cenazeyê Taş bir gundê li hatibû dinê û bi hesreta axa wê ma bû. Taşê ku piştî mirinê gehişt cih û warê xwe, li goristana gund hat definkirin.