Koçyîgît: Ji ber ku Kurdistan mêtîngehe destdirêjî li ser jinên kurd pêk tê 2020-09-25 09:17:01 AMED - Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Tirkiye li ser mîrateya “ganîmet” a Dewleta Osmaniyê rûniştiye û got: “Sedemê zêdebûna tacîz û destdirêjiya li hember jinên kurd yek jê ew e ku erdnîgariya Kurdistanê wek mêtîngeh dibînin”   Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê kuştinên jinan, tacî û destdirêjiya li hember jinên kurd di demên dawî de li bajarên bakurê Kurdistanê zêde bûne ji ajansa me re nirxand.    Koçyîgît diyar kir ku tacîz û destdirêjî pirsgirêkeke bikok e û ji polîtîkayên dewletê yên ku kurdan tune dihesibînin nikarin cuda bigirin dest û got: “Dewletê di serî de jinên kurd û tevahiya gelê kurd ji hemwelatîbûnê derxisti ye.”   ‘BÊCEZATÎ BERDEWAM DIKE’   Koçyîgît destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan a li hember Îpek Er a 18 salî pêk anî û pişt re bû sedemê mirina wê bibîr xist û wiha got: “Tiştên ku hatin serê Îpek Er mînaka herî şênber a nêzîkatiya zayendî, netewperest a li hemberî jinên kurd e. Esker û polîs her ku destdirêjî û tacîzê dikin jî bêceza dimînin. Polîtîkayên bêcezakirinê di hişê polîs û leşkeran de zindî ye. Dizanin ku ji sûcên berê kirine jî tiştek bi kesê nehat. Dewletê hêzên xwe parast. Pergaleke darazê ku her tim li cem faîlan cih digire çêbû. Ji aliyekî burokrasî, ji aliyê din ve jî daraz, ji aliyekî din ve jî eskerî, kesên ku têkiliyên wan bi dewletê re hene, hemûyan li cem faîl cih girt.”   Koçyîgît da zanîn ku di buyera Îpek Er de rayedaran xwest her tiştî veşêrin û unîforma û çeka li ser xwe ji xwe re wek hêzê bikar tînin. Koçyîgît got cihê bûyera Îpek Er qewimî ye Kurdistan e û bal kişand ser cihê girîngiya bûyerê.   ‘LI DIJÎ KURDAN BI AWAYEKÎ HÊSAN SÛC TÊN KIRIN’   Koçyîgît anî ziman ku ji ber Kurdistan wek erdnîgariyeke mêtîngeh tê dîtin û nebûyîna statuya kurdan a di qanûna bingehîn de li dijî kurdan hêsantirî sûc tên kirin û wiha domand: "Dema em li erdnîgariyên hatine dagirkirin dinêrin, kesên ku axê dagirkirine ji ber ku bi awayekî fîîlî dargir kiriye, axê û jinê wekhev dibîne û difikire ku li ser bedena jinê rûmeta wî gelî tune bike. Di şeran hemû de wisa ye. Li Bosnayê Sirpan li hember jinên Bosnayî destdirêjiyê pêk anî. Dema em li Şerê Vîetnamê dinêrin eskerên Koreyî, jinê bi axê re weke ganimet dibînin. Dîsa em dibînin ku çanda ganîmetê ya Dewleta Osmaniyê bi awayekî modern îro li Kurdistanê berdewam dike. Komara Tirkiyê jî li ser vê mîrateya Osmaniyan rûniştiye. Çawa ku mêtîngeriya Kurdistanê ji xwe re heq dibîne, jinên ku li wir dijîn jî ji xwe re wek ganîmet dibîne.”   ‘DIVÊ GELÊ TIRK DENGÊ XWE DERXE’   Koçyîgît destnîşan kir ku divê ku gelê tirk jî li dijî feraseta li hember kurdan tê birêvebirin dengê xwe derxe û got: “Gelek kar dikeve li ser milê tevgerên jinan ên ên li Tirkiyê têdikoşin. Divê jin dengê xwe derxînin û bêjin ‘kes nikare vê yekê li netewek û jinên netewek din bike.' Di encama nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hemberî jina kurd, tacîz, destdirêjî û kuştina jinan zêde bûne. Ev tiştên ku diqewimin nîşaneya polîtîkaya dewletê ye ku sed sal in kurdan wek gel û hemwelatî nabîne. Çand, ziman û erdnîgariya kurdan înkar kirine û dikin. Di demên dawî de ev derketiye asta herî jor. Niha bi awayekî fîîlî kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin. Binpêkirinên mafan yên ku diqewimin derketine asta ku gelê kurd ji hemwelatîbûnê derxistinê."    ‘TUNDIYA LI SER JINAN ZÊDE BÛYE'   Koçyîgît diyar kir ku dîroka Komara Tirkiyê ya 100 salan li ser pergala înkarkirina kurdan hatiye damezrandin û wiha axivî: “Feraseta ku ji serê sibê heta êvarê ji zarokên kurdan re ‘tirk im, rast im, zîrek im’ dide gotin xwe dide dest. Îslama siyasî, kesên ji pergala faşist a AKP’ê û MHP’ê gazinan dikin û bi taybetî jî hişmendiya Kemalîst divê îro xwe di ber çav de derbas bikin. Sedema gelek pirsgirêkên îro em pê re rûbirû mane,  ev hişmendî bi xwe ye. Feraseta ku tune dihesibîne, pirsgirêkan nabîne, rastiyan berovajî dike û nabîne rastiya xwe ya berovajî esas digire."   'TÊKOŞÎNA JINAN DIKIN HEDEF'    Koçyîgît bi bîr xist ku tundiya li ser jinan di dema AKP’ê de ji sedî hezar û 400 zêde bûye û wiha got: “Li Tirkiyê pirsgirêkên binyadî yên ku vê tundiyê xwedî dikin hene. Ya yekemîn binyada dadgeriya baviksalarî, dewlet, hiqûq û hêzên ewlehiyê bi xwe ne. Ev zilamtî li her derê xwe bi rêxistin dike. Elbet jin jî li dijî vê zilamtiyê berxwedanê li pêş dixin. Li Kurdistanê têkoşîna azadiyê ya jinan, li Tirkiyê jî têkoşîna femînîst heye, sedema hedefgirtina jinan a herî mezin, têkoşîna ku jin didine ye.”   ‘DESTHILATDARÎ JI HÊZA JINAN DITIRSE’   Koçyîgît da zanîn ku desthilatdarî bi hemû hêza xwe êrişî jinan dike û wiha got: “Meseleyên wek windakirin, destdirêjî, revandin û tundiyê divê mirov girêdayî polîtîkayên desthilatdariyê bibîne. Ji ber ku AKP difikire dema nasnemeya jina azad perçe kir, jin hewceyî ber destê xwe kir, wê desthilatdariya xwe zêdetir bidomîne. Lê jin êdî, li kargeh, li malê, li kolanê û li her deverê serê xwe radike û dengê xwe derdixe. Azadiyê daxwaz dikin. AKP li dijî daxwazên jinan e. AKP dixwaze pergaleke zilam ava bike, jinê têxe malê. Êrişî jinên ku dengê xwe ji vê yekê re derdixin dike.”    BERTEK NÎŞANÎ SELÇÛK Û GUL DA    Koçyîgît bertek nîşanî daxuyaniya "Her mirina bi guman cînayeta jinan nîne" ya Wezîra Xizmeta Malbat, Xebat û Civakê Zehra Zumrut Selçûk û daxuyaniya "Salek du salan zewicî bimînin û heta dawiyê dayîna nefeqê mexduriyetê derdixe holê" a Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul da û got: "Gotinên Wezîr Zehra Zumrut nayê qebûlkirin. Li welatek her meh di navbera 35-40 jin tên qetilkirin. Wezîr Selçûk vê ji nedîtî ve û ev yek jî qet nayê pejirandin. Li şûna ku wezîr li ser pêşîlêgirtina jinan bigire û biaxivive, hevkariya saziyên jinan bike û qanûnên ji bo jinan bi hêztir bike, radibe axaftinên ku ser kuştin û îstatîstîkên heyî bigire dike."    ‘LI VÎ WELATÎ MEKANÎZMAYÊN KU JINAN BIPARÊZIN KÊM IN’   Koçyîgît anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê di her fersendê de manîpulasyonê dike û wiha berdewam kir: “Em bipirsin jinek çima xwe dikuje? Dema em li xwe kuştina dinêrin dibînin ku li pişt wan tundiya demdirêj û tundiya aboriyê heye. Tundiya zayendî heye. Xwe kuştin bi xwe ne sedemeke, encama vê pêvajoyê ye ku jin li ser bedenên xwe diqîrîn û peyamê didin. Heke îstatîstîkên jinan yên xwe kuştinê bilind bin, em dizanin ku li wî welatî jin nayên parastin, demokrasi tune ye û mekanîzmayên ku jinan biparêzin kêm in. Heke em bersiva çima jin xwe dikujin bigirin, wê demê rastiya vî welatî derdikeve holê.”   ‘JIN WÊ HER LI BER XWE BIDIN'    Koçyîgît anî ziman ku desthilatdarî bi Peymana Stenbolê re hemû destkeftiyên jinan ji nîqaşê re vedike û gotinên xwe wiha bi dawî kir: "AKP mafê nefeqeyê, qanûna hejmara 6284’ê ji nîqaşê re vedike. Heke mêrê hatiye berdan nexwaze nefeqeyê bide wê demê dewlet dê vê berpirsiyartiyê bigire ser xwe û da ku dikaribe jiyana xwe birêve bibe. Jin wê ji bo mafê xwe li ber xwe bidin û bi têkoşîna xwe vî welatî biguherînin. Em ê binyadeke civakî ya azad û wekhev ava bikin."    MA / Fahrettîn Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel