'Ji ber nebûna xizmeta bi zimanê zikmakî şewb zêdetir belav dibe' 2020-09-25 09:17:38 RIHA - Hevserokê Şaxa SES a Rihayê Salih Karataş, da zanîn ku li bajêr hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê bi şewba Covîd-19'ê ketine û got, 4 xebatkarên tenduristiyê jî jiyana xwe ji dest dane. Karataş, diyar kir ku di warê tenduristiyê de ji ber ku xizmeta bi zimanê zikmakî tuneye vîrûs berbelav dibe.  Yek ji bajarên ku şewba Covîd-19'ê lê zêde belav bûye jî Riha ye. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Xizmetên Tenduristî û Civakiyê (SES) Salîh Karataş diyar kir ku li bajêr hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne û got, 4 xebatkar jî jiyana xwe ji dest dane.    XEBATKARÊN TENDURISTIYÊ NAYÊN TESTKIRIN   Karataş, bal kişand ser polîtîkaya ku li bajêr tê kirin û got, di dema şewbê de mirov di navbera birçîbûn û mirinê de çûne hatine. Karataş, bilêv kir ku ji destpêka şewbê ve "cihêkariyek" rû dyae û got, di vî warî de xebatkarên tenduristiyê baş nayên testkirin. Karataş got: "Xebatkarên tenduristiyê heye tu semptoman nîşan nedin nayên testkirin. Ev jî dibe sedem ku gelek xebatkarên tenduristiyê enfekte bibin. Tew xebatkarên bi şewbê dikevin jî tên tawanbarkirin. hejmara xebatkaran kêm e. Ev jî barê kar girantir dike. Her wiha êrîşên li ser xebatkarên tenduristiyê jî didomin. Li gor wezîrê tenduristiyê ev tiştekî asasyî ye."    TENDURISTKAR TENÊ 7 ROJAN TÊN KARANTÎNAKIRIN    Karataş, bilêv kir ku xebatkarên tenduristiyê yên semptoman nîşan didin divê bên karantînakirin, lê belê ji dêvla vê tên xebitandin û got: "Gava bi vî awayî bixebite, xebatkarên din jî enfekte dibin. Li gor agahiyên bi dest me dikevin, li Rihayê nêzî hezar û 400 xebatkarên tenduristiyê enfekte bûne. Ji vana 4 jê jiyana xwe ji dest dane. Li gor giştînameya hatiye parvekirin xebatkarên tenduristiyê tenê 7 rojan tên karantînakirin. Ev cihêkarî ye. Divê xebatkarên tenduristiyê jî 14 roajn bên karantînakirin."    JI BER NEBÛNA XIZMETA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ ŞEWB BELAV DIBE    Karataş anî ziman ku di zivistanê de wê şewb zêdetir belav bibe û got, ji ber esasgirtina hilberîna bêkontrol û bêyî tevdîrgirtinê vekirina dibistanan wê şewb zêde belav bibe. Her wiha Karataş, destnîşan kir ku di vî warî de divê komên fîlyasyonê baş bên perwrdekirin û her wiha divê di warê tenduristiyê de xizmeta bi zikamakî jî hebe. Ji lewra gelek kes bi tirkî nizanin. Ev jî dibe sedema ku şewb belavtir bibe."