Ji ber nelirêtiyeke 352 milyon TL'yî hatibû girtin, bi 206 hezar TL'yî hat berdan 2020-09-25 09:18:29 MÊRDÎN - Serokê Daîreya Rêyên Bejahiyî Sînan Yildirim ku di dema qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de di îhaleyekê de bi qasî 352 milyon TL'yan nelêritî kiribû û hatibû girtin, bi kefareteke 206 hezar TL'yî hat berdan.    Di 28'ê Tîrmehê de ji ber nelirêtiyên li Şaredariay Bajarê Mezin a Mêrdînî ku di dema qeyûm de hatibûn kirin operasynek hatibû lidarxistin. Di çarçoveya operasyonê de gelek kes hatibûn binçavkirin û 8 kes jî hatibûn girtin.    Serokê Desteya Rêvebir ê berê yê Şîrketa Anonîm a Kentê û Midûrê DEDAŞ'ê yê Bajêr Mehmet Bûlût, xwarziyê qeyûm Mûstafa Yaman Yûnûs Emre ku yek ji midûrên Şîrketa Kentê bû, polîs Ercan Ûysaler ku qeyûm ew kiribû midûrê Şîrketa Kentê, rayedarê şaredariyê Mehmet Deervîş Duzgoren û Serokê Daîreya Rêyên Bejahiyê Sînan Yildirim jî di nav lîsteya kesên hatibûn girtin de bûn.    BI KEFARETÊ HAT BERDAN   Hat hînbûn ku Sînan Yildirim bi kefaretê hatiye berdan. Li gor agahiyên bi dest ketin Yildirimê ku ji ber îhaleyên cuda, stendina mazotê, fatûreyên sixte û kirêkirina wesayîtan hatibû girtin bi kefareteke 206 hezar TL'yî hatiye berdan.    Piştî HDP'ê di hilbijartina 31'ê Adarê de cardin şaredarî bi dest xistibû, lêpirsîneke navxweyî dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de derketibû holê ku Yildirim di 10 îhaleyên cuda de nelirêtî kiriye. Di lêpirsînê de hatibû tespîtkirin ku Yildirim di 10 îhaleyan de 352 milyon û 453 hezar û 738 TL nelirêtî kiriye.    Lê belê piştî di 19'ê Tebaxa 2019'an de cardin qeyûm ahtibû tayinkirin, qeyûm Walî Mûstafa Yaman cardin Yildirim anî bû şaredariyê.    Nelirêtiyên hatibûn kirin ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve yeko yeko hatibûn weşandin.       MA / Ahmet Kanbal