Ji ber bi kurdî distrê qereqolê gef lê xwarin 2020-09-25 09:19:14 BEDLÎS - Qereqolê ji ber ku di dawetan bi kurdî stran gotine gazî Hozan Cesîm kiriye. Hozan Cesîm, anî ziman ku kesên xwe wekî "elemanên îstixbaratê" dane naskirin gef lê xwarine.    Hozan Cesîm (Cesîm Başboga) li Bedlîsê bi salan e li dawetan û şahiyan de bi kurdî distrê û ji ber di çalakiyên HDP'ê de bi kurdî striyaye der barê wî de gelek caran lêpirsîn hatine destpêkirin. Lê belê vê carê hin kesên xwe wekî "elemanên îstixbaratê" dane naskirin gef lê xwarine. Hozan Cesîm, anî ziman ku di 9'ê Îlonê de Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr gazî wî kiriye û li vê derê du kesên sivîl wî birine odeyekê û jê re gotine stranên ku li dawetan dibêje stranên propagandayê ne û jê re gotine careke din bi kurdî nestrê û tevli çalakiyên HDP'ê nebe.    ‘ÎJAR EZ Ê BI ÎNGILÎZÎ BISTRÊM'    Hozan Cesîm, bilêv kir ku gava çûye Fermandariya Cendirmeyan du kesên sivîl ew pêşwazî kirine û got: "Min birin odeyekê. Gotin, em elemanên MÎT'ê ne. Gava min pirsî 'we ji bo çi gazî min kiriye?' Gotin, 'Der barê te de tiştên nexweş tên guhê me. Tu tevlî çalakiyên HDP'ê yên bedlîsê dibî. Çima tu tevlî dibî? Ma li vî bajarî ji xeynî te hunermend tunene? Min got, berê ez endamê HDP'ê bûm. Min got, îja ez ê li bedlîsê bi îngilîzî bistrêm. Ji min re gotin divê tu bi kurdî nestrê an jê wê tiştên nexweş bên serê te. Herî dawî gotin, 'em hêvîdar in tu hay ji xwe hebî.'"    Hozan Cesîm, anî ziman ku bi mirinê û girtinê gefa li mirovan tên xwarin û got: "Di sala 2015'an de gava ez rêvebirê HDP'a Bedlîsê bûm hatim girtin. 6 sal û 3 meh ceza li mi hat birîn. Di sala 2019'an de ji ber tevlî Newroza Tetwanê bûm der barê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê ligel van astengî û bêhiqûqîtiyan jî ez ê dev ji zimanê xwe û açnda xwe bernedim û ez ê hunera xwe û xebatên xwe bidomînim."