Bandora tecrîdê ya li ser aştî û aboriyê 2020-09-25 09:19:46   COLEMÊRG - Parlementerê HDP'î Saît Dede, anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo aştî û aboriya welat astengiyeke mezin e û got, bidawîbûna tecrîdê re dê ev pirsgirêk jî ji holê bên rakirin.    Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'Ê Abdullah Ocalan didome. Herî dawî Ocalan di 28'ê Nîsanê de bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî û serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî hemû tên redkirin.    Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede, destnîşan kir ku tecrîd ji bo aştî û aboriya welêt astengiyeke pir mezin e. Dede, destnîşan kir ku ji bo aştiyê gava ku divê ewil bê avêtin jiholêrakirina tecrîdê ye û got, pirsgirêkên welêt hemû girêdayî tecrîdê ne.    ROLA OCALAN    Dede, bilêv kir ku nexasim jî di demên dawî de welêt di nava krîzeke mezin de ye û got: "Ev krîz hemû piştî tecrîda li ser BIrêz Ocalan dest pê kirin. Di dema 'pêvajoya çareseriyê' de li gor niha rewşa welêt a di warê abor, civakî û siyasî de pir baş bû. Lê roja ku polîtîkaya tecrîdê ya li ser Birêz Ocalan kûr bû, li Tirkiyeyê cardin krîz û bûhran rû dan. Ji bo ev tarîtî û krîz bi dawî bibin tişta ku ewilî divê bê kirin bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan e. Rola Ocalan tenê ne ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn jî, roleke di wesfê mifteyê de ye."    ‘MUXATAB OCALAN E'    Dede, destnîşan kir ku muxatabê pirsgirêka kurd Ocalan e û got, pirsgirêk jî ancax bi muxatabê wê re tê çareserkirin. Dede got: "Gava hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê çêkirin, wê welêt aram bibe. Wê li Rojhilata Navîn bibe destpêka demsala aştiyê. Birêz Ocalan got, 'Tenê hefteyekê wext bidin min, ez ê vî şerî ji holê rabikim.' Jixwe dema hevdîtin bi Birozê Ocalan re çêdibin, em dibînin ku pirgsirêk hemû hêdî hêdî hel didin. Mixabin tecrîda ku niha li Îmraliyê dest pê kiriye, li tevahiya Tirkiyeyê belav bûye."    Dede, anî ziman ku hegere rêya hevdîtinê bê vekirin aboriay welêt jî di nav de wê hemû pirsgirêk hel bibin û got: "Heger hevdîtin dest pê bikin, wê budçeya ji bo şer tê veqetandin ji gelan re bê veqetandin. Yanî wê di nava 2-3 mehan de rewşa aboriya welêt baş bibe. Her wiha piştî van hevdîtinan wê li welêt muxalefet, akadenîsyen, ramnwer karibin fikrên xwe bilêv bikin. Em ê di warê civakî, siyasî û aborî de bibin welatekî pir cuda."