'Wê nexweşxaneyên bajêr di têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin çare' 2020-09-25 09:20:42 ÎZMÎR - Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîrê Lutfî Çamli, anî ziman ku nexweşxaneyên bajêr ku piştî polîtîkayên kesîdekirinê yên di warê tenduristiyê de hatin avakirin, wê di warê têkoşîna li dijî pandemiyê de nebin cihê çareseriyê û got: "Ev pergala ku bi milyonan dolar pere ji bo wê tê xerckirin, dibe ku pêşeroja me tune bike."    Serokê Odeya Bijîşkan a Îzmîr Lutfî Çamli, rewşa nexweşxaneyên bajêr ku Serokê Giştî AKP'ê Tayyîp Erdogan ji bo wan gotibû "xeyala min" û ji bo wê 3 milyar û 43 milyona TL heqê kirê dabû şîrketên muteahîtî û rewşa şewba Covîd-19'ê nirxand.    PANAMDEÎ Û TEDURISTIYA GEL    Çamli, anî ziman ku nexweşxaneyên bajêr encama polîtîkayên kesîdekirinê yên di warê tenduristiyê de derketine holê û got, di warê tenduristiya gel de tu erkeke nexweşxaneyên bajêr tuneye. Çamli, bilêv kir pandemî pirsgirêkeke tenduristiya gel e û got: "Yanî bi mudaxilekirinên bijîşktiya parêzger şerek e kud ivê bê tunekirin. Li nexweşxaneyê tedawîkirina kesên nexweş, nayê wateya têkoşîna li dijî pandemiyê. Li Tirkiyeyê tişta ku niha tê kirine v e. Heger di asta ewil de bijîşktiyeke pir çalak neyê kirin, wê tenê bi awayekî tedawîkirina nexweşxan dewam bike. Ne mimkun e ku têkoşîneke li dijî pandemiyê ya bi vî rengî bi ser bikeve."    WÊ NEBIN ÇARE    Çamli, bibîr xist ku Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) û odeyên girêdayî wê bi israr dibêjin divê li qadê teşxîsa kesan bê dayîn û bên îzolekirin û got, ji ber ku ev yek nayê kirin hejmara nexweşa zêde dibe û nivînên nexweşxaneyan jî tije dibin. Çamli, bilêv kir ku wê nexweşxaneyên bajêr di warê tenduristiyê ne nebin cihê çareseriyê û got: "Wê ev pergala ku bi kirêyên pir biha, bi milyonan dolarann pêk bê, dibe ku pêşeroja me tune bike. Bi vê re pir aşkere ye; bi çavê heqî li tenduristiyê nanêrin, wekî tiştekî bazirganî li tenduristiyê dinêrin. Nexweşxaneya bajêr a Îzmîrê hîn jî tê çêkirin, lê heger bêqede û bê vekirin jî wê di warê têkoşîna li dijî pandemiyê de bi kêr neyê. Heger em li qadên niakribin mudaxile bikin û pirsgirêkê li cihê cih kontrol nekin, sê nexweşxaneyên din jî bên vekirin wê pirgsirêk neyê çareserkirin." çözmeyecektir" diye belirtti.    MA / Sevda Aydin