Du xaniyên wê ketin ber veguherandin bajêr, lê tenê xaniyek dane wê 2020-09-25 09:21:21 STENBOL – Şaredariya Kagithaneyê, di bin navê veguherandina bajêr de 255 avahî xera kiribûn. Ji van avahiyan dudo jê yên Bezar Sag in. Sag, anî ziman ku ji her du xaniyan xaniyek jê wernegirtiye û niha li hemberî xaniyê ku hatiye xerakirin jêrzemînek kirê kiriye û di wir de dimîne.    Şaredariya Kagithaneyê li Taxa Seyrantepeyê di çaçroveya veguherandina bajêr de 255 avahî xera kiribûn. Berî avahî bên xerakirin di 16'ê Çileya 2019'an de teblîxat ji şêniyên taxê re hatibûn şandin û hatibû gotin ku wê bedêla enqazê bê dayîn û ji wan hatibû xwestin ku di nava 15 rojan de avahiyên xwe vala bikin.    Her wiha di teblîxatê de hatibû diyarkirin ku wê li taxê avahiyên nû bên çêkirin û wê bi 260 hezar lîreyî bên firotin û wê her meh mehê hezar û 300 lîre kirê bê wergirtin.    AV Û CERYANA WÎ HAT BIRÎN   Piştî teblîxatê ji şêniyên taxê Bezar Sag ku du xaniyên wê li taxê hebûn, hatibû gotin tenê wê xaniyekî bifiroşin wê. Sag jî diyar kiriye ku du xaniyên wê hebûne û wê xaniyekî tenê qebûl neke û ji bo vê çûye li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îtiraz kiriye. Dı 24'ê Nîsana 2019'an de li herêmê mizgeft hatiye serobinokirin. Piştî rûxandina mizgeftê ceryan û ava mala Sag hatiye birîn.    Ji bo rûxandinê bê rawestandin hevjînê Bezar Sagê Azîz Sag, serî li li dadgehê daye û Dadgeha Îdareyê ya Stenbolê jî di 5'ê Gulana 2019'an de ji bo 30 rojan biryara rawestandina rûxandinê daye. Piştî parêziya Midûriyeta Meskenê hatiye wergirtin, dadgehê ji bo biryara rûxandinê gotiye di cî de ye û ji bo mesrefê dosyeyê hezar û 362 TL ceza li malbata Sag biriye.    Piştî biryara dadgehê Şaredariya Kagithaneyê jî di 29'ê Cotmeha 2019'an de şeveqê zû bi makîneyan xaniyên malbata Sag xera kirine. Malbatê jî ji mecbûrî çûye li hemberî xaniyê xwe jêrzemîna avahiyekê kirê kiriye û niha di vê jêrzemînê de dimîne.    2 XANÎ XERAKIRIN TENÊ MIFTEYEK DANÊ    Sag, anî ziman ku ji xeynî çend kesan kes li ber vê biryara xerakirinê ranebû û got: "Ê me du cihê me hebûn. 14B û 14C. Lê belê tenê mifteyek dan me. Mifte dan hevjînê min, lê belê ji bo xaniyê kurê min mite nedan."    DOSYE HAT WINDAKIRIN    Sag, anî ziman ku xaniyek aydê kurê wê bûye û got, kurê wê ji bo aştiya îmarê pere jî razandiye û got: "Belge berpêşî wan kirin ku xanî aydê wî ye. Lê belê belgeyên wî bi awayekî winda kirin. Kurê min çû bi karmend re axivî ku belge dabûn wî. Karmend, dibêje belge stendine lê nizane çi hatiye serê wan. Dosyeya tu kesî winda nabe, lê çima ya kurê min winda dibe."    Sag, bibîr xist ku şaredariyê xaniyên li vê derê yeko yeko xera kirine û herî dawî piştî mizgeft hatiye xerakirin ceryan û av hatiye birîn û ji ber vê tam neh mehan li ber ronahiya mûmikan mane. Sag, bilêv kir ku piştî mifteyek teslîmî wan hatiye kirin wan jî mifte daye kurê xwe û got: "Min jî mifteya dan me da kurê xwe. Du zarokên wî yê biçûk hebûn. Niha her meh hezar û 300 Tl kirê dide. Mehê sed lîreyî jî aydatê dide. Rojekê şeveqê saet li dor 4'an zabite û polîs hatin bi makîneyên karî xaniyên me xera kirin. Zînetên keça min hebûn. Di xanî de bûn. Di dema rûxandinê de ew jî winda bûn."    ‘JI BER EZ KURD IM'    Sag, anî ziman ku piştî rûxandinê bi mehan li derve mane û got: "Kesî deriyê xwe li me venekir. Em werê hatin hiştin. Di nava 255 xaniyî de tenê ev tişt hat serê min. Ji ber ez dersimî me, ji ber ez kurd im ev tişt anîn serê min. Li vê derê ji xeynî min kes mexdûr nebû. Em çûn cem kê derî girtin. Telefonên xwe venekirin. Em zanibin li welatekî din cihê me hebe, em ê biçin wê derê. Niha di jêrzemînekê de me. Ne kar heye ne emel. Her meh hezar lîre kirê didim. Wê korona me nekuje, em ê ji birçîna bimirin."    MA /  Mehmet Aslan