Hevşaredara Qersê Alaca: Em şaredarîvaniyeke civakî ava dikin 2020-09-25 09:40:28 QERS - Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, diyar kir ku li bajêr êdî bi feraseta şaredarîvaniyeke nû pirsgirêkan çareser dikin û got: "Em şaredarîvaniyeke civakiyî ava dikin."  Şaredariya Qersê ji roja ku ketiye destê HDP'ê heya niha di warê civakiyî de bênavber dixebite. Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca, behsa xebatên xwe yên sal û nîvekê kirin.    TEMSÎLIYETA JINÊ    Alaca, anî ziman ku bajar cara ewil bi HDP'ê re bi pergala hevşaredariyê tê birêvebirin û got, ev yek ji bo jinên bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin geşedaneke girîng e. Alaca, bal kişand ser pirsgirêkên ku jin bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Pergala hevserokatiyê di tespîtkirina pirsgirêkan de girîng e. Lewma ev yek ji bo me jî pir girîng e. Li Qersê temsîliyeta jinê û polîtîkayeke rêveberiya xwecihî ji bo me pir girîng e."    MOR CAFE   Alaca, destnîşan kir ku piştî rêveberiyê dewr girtine dest bi xebatên jinan kirine û got: "Pêşî me Mor Cafeyê vekir. Paşê me markeya KarsBELê derxist pêş û me berên xwecihî yên Qersê dan naskirin û berpêşî piyaseyê kir. Armanca me ew bû ku jin berên xwe bînn li Mor Cafeyê bifiroşin û di warê aborî de tiştekî qezenc bikin. Me ev wekî pêşxebateke avakirina kooperatîfeke jinê jî nirxand. Çimkî di vî warî de jin pir serî li me didin. Rîçal, rişte, tirşî hwd. çêdikirin, lê belê cihekî ku lê bifiroşin tunebû. Mor Cafe di vî warî de tevdigere. Bi vê re me bazarên kedê yên jinê ava kirin. Ev bazar ji bo me pir girîng bûn."    NAVENDA PIŞTEVANIYÊ YA JINÊ    Alaca, anî ziman ku Navenda Piştevaniyê ya Jinê ji bo pirsgirêkên di warê şideta jin pê re rû bi rû dimînin, ji bo pirsgirêkên di warê taciz û tecawizê de hel bike hatiye avakirin û got, pirsgirêkên di ser navenda piştevaniyê re xwe digihînin wan çareser dikin. Alaca got: "A rast jin bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin, lê pir nikarin wan bilêv bikin. Sedema herî girîng jî, nebûna saziyeke pêbawer e. Mixabin stergeheke Şaredariay Qersê tuneye. Armanceke me ya herî mezin jî em stargehekê ava bikin. Lê belê peydakirina eşrt û mercên vê yekê jî ne hêsan e. Li navendê hevaleke me ya pispora xizmeta civakiyî her roj pêwendiyê bi dehan jinan re datîne."    XETA MORÊ    Alaca, bilêv kir ku bi "Xeta Morê" re jî jin pirsgirêkên bi wan re rû bi rû dimînin rasterast radigihînin û got: "Bi Xeta Morê re jin êdî rasterast pêwendiyê bi pispora me ya xizmeta civakiyî re datînin. Jin daxwazên xwe yên di warê xizmetên şaredariyê yên têkildarî şidet, taciz û zextên bi wan re rû bi rû dimînin de rasterat dibêjin. Nexasim di mijarên şidet û devjihevberdanê de em berê jinan didin cihên rast. Yanî tenê em guh li pirsgirêkan nakin, em berê wan didin sazî û deverên têkildar jî û em pêvajiyên heyî dişopînin."    XEBATÊN ÇAND Û HUNERÊ    Alaca, anî ziman ku yek ji xizmetên ku şaredarî dike jî fealiyetên çand û hunerê ne. Alaca, diyar kir ku bajêr bi hesreta van xebatan bûye û got: "Par me Yekemîn Mîhrîcana Çandê ya Serhedê li dar xist. Mixabin îsal ji ber pandemiyê e mîhrîcana xwe li dar nexist. Lê belê di warê çand û hunerê de wê xebateke me ya girîng jî Aynali koşk be. Ev koşk yek ji nirxên dîrokî yên Qersê ye. Niha xebatên wê yên tadîlatê didomin. Piştî tadîlatê wê di warê dika şanoyê de xizmeta gelê Qersê bike. Her wiha bernameyeke me ya ji bo pirtûkxaneyeke gerok jî heye. Xebatên me yên di vî warî de jî didomin."    Alaca, destnîşan kir ku gelek pirsgirêkên Qersê hene û got: "Sal û nîveke em li ser kar in. Beriya me pirsgirêkên sereke yên Qersê paqijî, av û rê bûn. Piştî anketan me ev yek tespît kir. Vê havînê me xebatên ji bo rêyan dan destpêkrin. Nexasim li Taxa Yenîşehîrê; ji ber ku ev der herêmeke nû bû rêya wê tunebû. Me li vê derê xebatên parkeyên pevdikevin didomin. Armanca me em heya havînê piraniya wê xelas bikin. Her wiha xebatên me yên asfaltkirina taxan hene. Mixabin bi qasî şert û mercên demsalî yên Qersê dihêlin em dixebitin. Hêvîdar im em ê îsal piraniya wê xelas bikin."    ŞAREDARÎVANIYEKE CIVAKIYΠ   Alaca, destnîşan kir ku gelê bajêr pir bihêvî ye û got: "Ji lewra ev pirsgirêk bi salan e hatine taloqkirin û ketine ser hev du. A rast em modeleke nû, yanî şaredarîvaniyeke civakiyî ava dikin. Helbet em bi pirsgirêkine mezin re jî rû bi rû dimînin. Çimkî neşterkirina pirsgirêkên mezin ketin serdema me. Ji ber vê jî em bi hin bertekan re rû bi rû dimînin. Gelek welatiyên me van xebatên şaredariyê pîroz dikin û piştgiriyê didin. Gelek kesên ku raya xwe nedane me jî dilxweşiya xwe ya ji bo xebatên şaredariyê tînin ziman. Ev yek bêtir me motîve dike. Em ê di 5 salan de bi ser gelek pirsgirêkan de biçin. Helbet hin pirsgirêk hene ji bo wan wextekî dûr û dirêj divê. Hêvîdar im em ê li Qersê bi feraseteke şaredarîvaniyeke nû bi hev re pirsgirêkan hel bikin."    MA / Ozlem Yayan