Tanrikûlû bertek nîşanî operasyonê da: Xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye 2020-09-25 10:12:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû nerazîbûn nîşanî binçavkirina HDP’iyan da û got: “Ev binçavkirin xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye.”  Li ser fermana Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman di çarçoveya lêpirsîna “Kobanê” de li 7 bajaran derbarê 82 kesan de biryara girtinê hat dayîn. Di çarçoveya lêpirsînê de endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya HDP’ê ya 2014’an li ser kar bûn jî di nav de gelek siyasetmedar hatin binçavkirin.   Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû li ser hesabê xwe yê twîtterê nerazîbûn nîşanî binçavkirina HDP’iyan da û got: “Ayhan Bîlgen, Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û gelek siyasetmedarên din hatin binçavkirin. Xwedîgiravê bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an ên Kobanê ne. 6 sal bi ser re derbas bûye. Îfade dane û hatine darizandin. Binçavkirinên vê sibehê xelata dawetê ya ji bo Qesrê ye.”