Cenazeyê Boçnak di dorpêça polîsan de hat veşartin 2020-09-25 12:24:27   WAN – Cenazeyê Alî Boçnak ê 76 salî ku li Girtîgeha Panosê jiyana xwe ji dest dabû, di dorpêça polîsan de hat veşartin.    Girtiyê nexweş Alî Boçnak ê 76 salî yê li Girtîgeha Tîpa L a Panosa Agiriyê dihat ragirtin duh jiyana xwej i dest dabû. Cenazeyê Boçnak bi hêceta testa vîrûsa koronayê bi saetan li morga nexweşxaneyê hat hiştin. Duh êvarê cenaze radestî malbatê hat kirin. Malbatê cenaze bir li Goristana Asrî ya Yenîmahalle ya Qersê di dorpêça polîsan de veşart. Polîsan ji bilî xizmên destû neda kesên din beşdarî merasîmê bibin.