Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût hat berdan 2020-09-25 13:55:07   MÊRDÎN – Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin di danişîna ewil de hat berdan.    Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kût ê qeyûm tayînî şûna wî hatibû kirin û ji 2019’an ve girtî ne îro cara ewil derket pêşberî dadger. Kût bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” tê darizandin. Danişîn li 3’yemîn Dadeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Kût ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi rêya deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerên Kût û HDP’iyan doz şopandin.    Piştî parastina Kût û parêzeran heyeta dadgehê derbarê Kût de biryara tahliyekirinê da û danişînek din taloqî 23’ê kanûnê kir.