Partiyên siyasî: Tola Kobanê ji HDP’ê distînin 2020-09-25 14:57:30 STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî operasyona li dijî HDP’ê pêk hat nirxandin û gotin: “Kobanê neket. Ji HDP'ê hesabê Kobaniya neketiye dipirsin, Tola ji HDP'ê distînin.”   Di “Lêpirsîna Kobanê” ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî HDP’ê hat destpêkirin, li 7 bajaran derbarê 82 siyasetmedaran de biryara binçavkirinê hat dayîn. Berteka li dijî operasyonê belav dibe. Nûnerên partiyên siyasî operasyonê nirxandn û operasyonê wek qirkirina siyasî nirxandin.   PARTIYA ŞOREŞGER: OPERASYONA QIRKIRINÊ YE    Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn: Ne darazê, îqtîdara AKP û MHP’ê operasyon pêk aniye. Wê ev operasyon nikaribe HDP’ê û sosyalîstan bêzar bike. Em bi hemû hêza xwe li cem HDP’ê ne. Ev operasyona qirkirina siyasî ye. Em pêkhateyên HDP’ê ne. Ev operasyon li dijî me hemûyan hatiye kirin.    ESP: HESABÊ KOBANÊ JI HDP’Ê TÊ XWESTIN    Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu: AKP dixwaze bi van operasyonan krîz û aloziya di nav de ye taloq bike. Hêj tehamûlî serkeftina Kobanê nakin. Hêj hesabê vê yekê ji HDP’ê dipirse. Kobanê neket. HDP jî hesabê Kobaniya neketiye dipirse. Tola Kobanê ji HDP’ê distînin. Di serî de gelê kurd, yên di têkoşîna azadiyê de dixebitin, elewî, jin, ciwan, karker û kedkar divê li dijî faşîzmê rabin û bertekên xwe nîşan bidin.    SYKP: DIXWAZIN FAŞÎZMÊ BIKIN SAZΠ   Hevseroka Giştî ya Partiya Rizgariya Jinûve ya Sosyalîst (SYKP)  Canan Yuce: AKP bi van operasyonan dixwaze îşkenceya li Wanê normalîze bike. Dixwaze HDP’ê bidin tirsandin. AKP û MHP dixwaze fajîşzma xwe li ser pêya bigire û sazîbûna wê çê bike.    PARTIYA ÇEP A KESK: DIXWAZE TEMENÊ XWE DIRÊJ BIKE    Hevberdevkê Partiya Pêşeroja Çep a Kesk Sînan Tûtal: Îqtîdar her ku aciz û neçar û tengav dibe êrişî HDP’ê dike. Dixwaze bi êrişên ser HDP’ê re temenê xwe dirêj bike. Ya rast ev pûçbûna îqtîdarê dide nîşandan. Di nava civakê de her ku diçe rewabûna xwe winda dike. Wê ev êriş nikaribin HDP’ê û muxalîfan bêdeng bikin.    EMEP: HESABÊ NEKETINE DIPIRSIN   Seroka Giştî ya Kedê (EMEP) Selma Gurkan: Ev operasyon ne bi hiqûqî û ne bi darazî jî bi tu awayî nayê ravekirin. Wê tu hiqûq û edalet ji dozgerek biçe li qesrê daweta xwe bike dernekeve. Em îqtîdarek zilmkar re rûbirû ne. DAIŞ’ê gelek komkujiyan li Tirkiyê pêk anî. Di wan rojên komkujiyên DAIŞ’ê de gotinên “Kobanê ket û wa dikeve” yên Tayyîp Erdogan hêj di bîra me de ye. Hêj hesabê wê yekê ji HDP’ê dipirsin ku çima Kobanê neketiye.   CHP: DAREYA LI DIJÎ SIYASETA DEMOKRATÎK E    Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Alî Şeker: Ev operasyon darbeyek li dijî siyaseta demokratîk e. Îqtîdar dixwaze rojeva Tirkiyê biguherîne. Ev operasyon çavtirsandina li ser muxalefetê ye. Lê rastiyên welat hemû li holê ne. Wê bi bêdengkirina çapemenî û siyasetê nikaribin tiştên diqewimin asteng bikin.    TÎP: NE MIMKIN GELÊ KURD TESLÎM BIGIRIN    Serokê Giştî yê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Erkan Baş: Bi vê operasyonê dixwazin HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin. Dixwazin berxwedan HDP’ê bişkênin û bêbandor bikin. Berê jî gelek caran hat ceribandin bi ser neket. Ne mimkin e ji vê saetê şûn ve jî bi dîlgirtina gelê kurd bi ser bikevin.    MALÊN GEL: EM LI CEM HDP’Ê NE    Seroka Giştî ya Malên Gel Nebiye Mertturk: Ev operasyonek kemînê ya li dijî muxalefetê ye. Ev şerma dozger û hikumetê ye. Çalakiyên Kobanê xwedî wateyek girîng a li dijî faşîzmê bû. AKP vê ji bîr nekiriye. Bûyerên 6 sal berê niha jî bi hêcetên pûç û bêbinî radibin li dar dixin. Em behsa îqtîdarek bêhiqûqiyê ji xwe re wek hiqûqê dibîne dikin. HDP berê jî li ber xwe da û wê ji niha şûn ve jî li br xwe bide. Wê HDP van êrişan ji ser xwe biavêje. Em her tim li cem HDP’ê ne û palpiştê wan in.