ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-26 09:00:28 * Meşa provakasyonê ya ku bi pêşengiya Serokatiya Baskên Jinan a AKP'ê li dijî Rêxistina HDP'ê ya bajêr dest pê kirî didome. Hevserokên Bajêr ên HDP'ê mijara navbirî nirxandin û gotin, armanc îlegalîzekirina partiya wan e. Her wiha hevserokan got: "Ji ber ku ji sedî 90 hilbijêrên Şirnexê hilbijêrên me ne, hewl didin ku gelê Şirnexê li dijî me provoke bikin. Lê em baş dizanin ku wê gelê me van provakasyona qebûl neke û wê her tim li hemberî wan bisekine."   * Axaftinên tapeyê yên AKP’yî Enver Yildiz ku wek faîlê kuştina 3 kesên ji Malbata Şenyaşar tê zanîn derketin holê. Di axaftinan de diyar bû ku Enver Yildiz ê birayê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li malê xwe veşartiye û li bendê bûye ku dozger were guhertin.   * Midûrê Bajêr ê DEDAŞ'ê Mehmet Bûlût ku di operasyona nelirêtiyê ya der barê Şaredariya Bajêr a Mêrdînê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin de hatibû girtin, milyon û 700 hezar TL'yê ku wekî "zirara cemaweriyê" hatibû diyarkirin da û ji "Qanûna Poşmaniyê" ve sûd wergirt û hat berdan.    * Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku ji ber şewba Covîd-19'ê ji bo demekê qursên xwe dabûn sekinandin, cardin ji bo qursên xwe bide destpêkirin dest bi qeydan kir.    * Li Bismil û Farqînê şewitandina pirêzeyan, bandoreke nebaş li Êlihê dike. Serokê Odeya Bijîşkan Selahattîn Ogûz, anî ziman ku dûmana xwe li bajêr digire nahêle bêhna nexweşan derkeve.    * Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê ku hema bibêje ji sedî 70'yê wê hatiye texrîbkirin hatin dizîn. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, xwest wezaret ji bo parastina dêrê biryarê bigire.    * Dadgeha Îdareyê ya 1'emîn a Amedê, ji bo biryara der barê Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli de ku ji peywirê hatiye girtin, derpêş kir ku biryara hatiye dayîn li gor hiqûqê ye û doza ku ji bo betalkirinê hatibû kirin red kir.    * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan dê têkildarî operasyona li dijî HDP'ê li Navenda Giştî ya Navenda partiyta xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)   * Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî li Enqereyê di hefteya 316'emîn de û Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'a Stenbolê jî di hefteya 444'an dê balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (12:00-13.30)   * Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin dê di hefteya 809'emîn de ji ber koronayê li ser hesabê medya civakî çalakiya xwe li dar bixn. (12.00)   * Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di hefteya 607'emîn de dê çalakiya "Bila winda werin dîtin û kiryar werin darizandin" li dar bixe. (12.00)   * Li gelek navend û navçeyan dê li dijî operasyona HDP'ê daxuyanî werin dayîn û geşedanên derbarê binçavkirinan de werin şopandin. (12.00-17.00)