Hevserokên HDP'ê yên Şirnexê: Dixwazin Partiya me îllegalîze bikin 2020-09-26 09:04:23 ŞIRNEX - Meşa provakasyonê ku bi pêşengiya Serokatiya Baskên Jinan a AKP'ê li dijî Rêxistina HDP'ê ya bajêr hatibû destpêkirin didome. Hevserokên Bajêr ên HDP'ê têkildarî mijarê diyar kirin ku armanc îlegalîzekirina partiya wan e û got: "Ji ber ku ji sedî 90 hilbijêrên Şirnexê hilbijêrên me ne, hewl didin ku gelê Şirnexê li dijî me provoke bikin. Lê em baş dizanin ku wê gelê me van provakasyona qebûl neke û wê her tim li hemberî wan bisekine."   Meşa provakasyonê ya ku ji hêla Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatîce Atan ve du hefte berê hatibû destpêkirin, ji aliyê komeke jin ve her roja pêncşemê bi alayên tirk bi refeqatiya polîsan tê kirin û ber bi avahiya HDP'ê meş tê lidarxistin.   Der barê mijarê de hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bajêr Sabahattîn Denîz û Sabuha Akdag axivîn. Hevserokên bajêr diyar kirin ku ev provakasyon e û bi organîzasyona AKP'ê pêk tê û bang li gelê Şirnexê kirin ku li dijî van lîstîkan li cem wan cih bigirin.   'JI HÊLA WEZARATA KARÊN NAVXWEYÎ HATIN PEYWIRDAR KIRIN'   Hevserok Sabahattîn Denîz, diyar kir ku piştî civîna Wezareta Karên Hundir a li herêmê pêk hat hewlêdana provakasyonê çêbûye û wiha axivî: "Li herêma me ev 3 meh in şewata daristanan didome. Ji bo ku li hemberî van şewatan bêdeng nemînin û bêdengiya rayedaran bişkînin, me xwest em çalakiyekê li dar bixin. Ew roja ku me çalakiya li dijî şewatan li dar xist, bi pêşengiya Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatîce Atan li dijî çalakiya me ber bi partiya me ve meşek hat lidarxistin. Di 24'ê Sibata 2020'an de, yek ji wan jinên ku li ber avahiya me ya Amedê rûdinên çend jin bi xwe re anîn vir û hewl da ku li ber avahiya me çalakiyeke rûniştinê pêk bîne. Ev 3 car in bi heqeret û gotinên nexweş li ber partiya me dimeşin. Em baş dizanin ku ev provakasyon e û bi destê kê pêk tên. Hemû gelê me baş dizane ku îqtîdara AKP'ê di rewşeke zehmet de ye û hildiweşe. Hatice Atan kesek e ku berê jê re digotin keça giyanî ya Tayyîp Erdogan. Ew karmendek e, mûçeyê xwe jî ji kargeheke taybet digire. Di ser vê kargehê re bi her awayî ji AKP'ê sûdê digire. Di hemû provakasyonan de ev kes heye. Ji xeynî vê, li vir ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve bi beşdariya hin karsazên Şirnexê, Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê, Baskên Jinan, û Serokatiya Şaredariyê civînek hat lidarxistin. Em fêr bûn ku di vê civînê de, hin peywir dane her kesî. Piştî vê civînê ev provakasyon dest pê kir."   'EV KOM JI SAZIYÊN FERMÎ TÊN BER AVAHIYA ME'   Denîz, di berdewamiya axaftina xwe de got ew ê li dijî her provakasyonê têbikoşin û got: "Em rêxistina HDP'ê ya Şirnexê dixwazin ku aramiya li bajêr neyê xerabkirin. Di van rojên dawî de di bin serokatiya Baskên Jinên AKP'ê de, xebatek li gundan tê meşandin. Ev xebat ji AKP'ê re lêgerîna endamtiyê ye. Ji kesan re dibêjin em ê ji we re meaş çêbikin û hûn jî bibin endamên me. Her kesî jî ev kes dîtin ku ji Saziya Alîkariya Civakî û Saziya Karûbarên Civakî ya Parêzgehê derketin û ketin pêşiya avahiya me. Ewan kesan digirin hundir mîna ku li wir karê wan heye û dema wexta daxuyaniya çapemeniyê tê di bin parastina polîsan de tên ber avahiya me. Em bi armanca AKP'ê dizanin. Em hewldanên AKP'ê yên li dijî HDP'ê baş dizanin. Em bang li gelê xwe yê Şirnexê dikin ku li hemberî van provakasyona li gel me cih bigirin. Heta ku ev provakator bidomin, em ê mafên xweyên hiqûqî bi kar bînin û daxuyaniyên xwe yên çapemeniyê li ber Rêxistina AKP'ê an jî Walîtiyê bidin."   'EM Ê DESTÛR NEDIN KU DAYÎKÊN ME BIKIN AMÛRÊN PROVAKASYONAN'   Hevseroka Şirnexê Sabuha Akdag, jî anî ziman ku jinan dikin amûrên polîtîkayên xwe yên provokatîf û got: "Komek endamên AKP'ê hewl didin ku partiya me îlegalîze bikin û bi bikaranîna hestên xwe yên dayiktiyê, jinan didin pêşiya xwe wek her carê. Wan dixwest ku dengê ku em li dijî şewata daristanan derdixin bêdeng bikin. Lê di vê hewlêdanên de serneketin û dengê me bi hêztir derket. Wê van provakasyonanher pêncşemê li vir bidomînin. Em rêxistina HDP'ê ya bajêr jî, em ê li dijî vê xwedî li partiya xwe derbikevin û têbikoşin. Dixwazin partiya me wekî partiyeke îlegalîze nîşan bidin. Lê em ê destûr nedin van hewlêdanan. Ev kom ji derve anîbûn vê derê. Di nav wan de Şirnexî nebûn. Ji ber ku ji sedî 90'ê hilbijêrên Şirnexê hilbijêrên me ne, lewma hewl didin ku gelê Şirnexê li dijî me provoke bikin. Lê em baş dizanin ku wê gelê me van provakasyonan qebûl neke û wê her tim li hemberî wan bisekine. Dayîkên me taca serê me ne. Em ê destûr nedin ku dayîkên me bikin amûrên provakasyona. Em ê heta dawiyê li dijî van bisekinin."   MA / Zeynep Dûrgût