Midûrê DEDAŞ'ê ku ji ber nelirêtiyê hatibû girtin, 1.7 milyon TL da, bû 'îtirafkar' û hat berdan 2020-09-26 09:05:21 MÊRDÎN – Midûrê Bajêr ê DEDAŞ'ê Mehmet Bûlût ku di operasyona nelirêtiyê ya der barê Şaredariya Bajêr a Mêrdînê ya ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin de hatibû girtin, milyon û 700 hezar TL'yê ku wekî "zirara cemaweriyê" hatibû diyarkirin da û ji "Qanûna Poşmaniyê" ve sûd wergirt û hat berdan.    Di 28'ê Tîrmehê de li dijî Şaredariya Bajêr a Mezin a Mêrdînê ku ji alyê qeyûm ve tê birêvebirin, operasona "nelirêtî", "bertîl" û "xirabkirina îhaleyan" hatibû lidarxistin û di çarçoveya operasyonê de 8 kesên hatibûn girtin. Lê belê niha kesên tên girtin yeko yeko tên berdan. Serokê Daîreya Rêyên Bejahiyî Sînan Yildirim ku di dema qeyûmê berê Mûstafa Yaman de di deh îhaleyan de 352 milyon nelirêtî kiribû û ji ber vê hatibû girtin, 206 hzar TL pere da û hat berdan. Niha jî Mehmet Bûlûtê ku di dema qeyûm de bûbû Midûrê Giştî yê Şîrketa Anonîm a Kentê hat berdan. Her wiha Bûlûtê ku di heman demê Midûrê Bajêr ê DEDAŞ'ê ye jî sûd ji "Qanûna Poşmaniyê" wergirt û milyon û 700 hezar TL'yê ku wekî "zirara cemaweriyê" hatibû diyarkirin da. Piştî ku vî pereyî daye di 24'ê Îlonê de ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê derketiye.   Li gor agahiyên bi dest ketin Bûlût li ser hi kesan jî îfade daye.    Her wiha Mehmet Bûlût, li navçeyên Mêrdînê bi hinceta "deynên ceryanê yên cotkaran heye" ceryana gelek gundan 75 rojan qut kiribû û piştî gundiyan gilî kiribû der barê wî de îdianame hatibû amadekirin. Di îdianameyê de hatibû xwestin ji 40 salî heta 100 salî ceza lê bê birîn. Wê Bûlût li Dadgeha Cezayê Asliye ya 2'yan a Qoserê bê darizandin.     MA  /  Ahmet Kanbal