Qeydên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dest pê kirin 2020-09-26 09:06:29 MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ku ji ber şewba Covîd-19'ê ji bo demekê qursên xwe dabûn sekinandin, cardin ji bo qursên xwe bide destpêkirin dest bi qeydan kir.  Li navçeya Qoser a Mêrdînê Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, qursên xwe yên ji ber şewba Covîd-19'ê dabûn rawestandin cardin dide destpêkirin. Komele wê di 10'ê Cotmehê de bi dirûşmeya "Ciwan pêşeroja men. Em ê xwedî li çand, huner û pêşeroja xwe derkevin" qursên xwe bide destpêkirin. Wê ligel qursên zimanê kurdî, qursên erbane, tembûr, gîtar û folklorê jî hebin. Her wiha wê koroya zarokan ku berê hatibû çêkirin, xebatên wê jî cardin bên destpêkirin.    Lê belê ji ber şewba Covîd-19'ê wê hejmara kesên bên qursan li gor hejmara hatiye diyarkirin bin. Lê heger daxwaza zêde be wê perwerdehî kom bi kom bê dayîn. Her wiha wê komele ligel qursan di nêz de hin panel, gotûbêjan jî li dar bixe û lîstikên şanoyê jî bide nîşandan.    LI DIJÎ TIRYAKÊ Û FUHÛŞÊ HUNER    Perwerdekarê komeleyê Abdullah Aya, bibîr xist ku komele par hatiye vekirin û got: "Me ji ber pandemiyê xebatên xwe dabûn destpêkirin. Lê belê niha em ê li gor pîvanên paqijiyê tevbigerin û xebatên xwe yên di warê çand û hunerê de bidomînin. Di nav qursên me de, qursa zimanê kurdî jî heye." Ayav, destnîşan kir ku li seranserê bajêr li nav bikaranîna tiryakê he rdiçe zêde dibe û got: "Em ê li dijî tiryak, fuhûş, taciz û tecawizê bi hunera xwe xwedî li hev derkevin. Em ê bi çand û hunera xwe pêşiya xwe vekin."    BANGAWAZΠ   Ayav bang li ciwanan kir: "Bila ciwanên Mêrdînê giş tevlî van qursan bibin û ji van polîtîkêyên qirêj û ji vê pergalê xelas bibin. Bila ciwan xwedî li çanda xwe û xwezaya xwe derkevin û dîroka xwe nas bikin. Em bang li ciwanan dikin ku xwedî li çanda xwe û xwe derkevin. Ciwan pêşeroja me ne, em ê jî bi çand û hunerê xwedî li pêşeroja xwe derkevin."