Dadgehê doza ji bo betalkirina biryara der barê Mizrakli de red kir 2020-09-26 09:10:49 AMED – Kevirên Dêra Sûrp Sarkîsê ku hema bibêje ji sedî 70'yê wê hatiye texrîbkirin hatin dizîn. Parlementerê HDP'ê Garo Paylan, xwest wezaret ji bo parastina dêrê biryarê bigire.  Parêzerên Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de ji peywirê hatibû girtin, ji bo biryara hatiye dayîn bê betalkirin serî li Dadgeha Îdareyê ya 1'emîn a Amedê dabûn. Danişîan dozê di 14'ê Îlonê da hat lidarixstin. Lê belê dadgehê doza hatibû kirin red kir.    Di dozê de parêzerên Mizrakli destnîşan kirin ku li gor xala 127'an a Qanûna Bingehîn jidûrxistina peywirê ya Mizrakli neheqî ye û li dijî qanûnê ye. Parêzeran diyar kir ku der barê peywira şaredariyê ya Mizrakli de tu lêpirsîn tunene xwestin biryara dûrxistina ji peywirê bê betalkirin.    Parêzerên Wezareta Karên Navxweyî jî derpêş kirin ku lêpirsînên bi sûcê "avakirina rêxistinê an jî birêvebirinê rêxistinê", "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê, pesinandina sûc û sûcdar" ên der barê Mizrakli de ji bo biryara dûrxistina ji peywirê bes in û xwestin doza heyî bê redkirin.    Dadgehê piştî danişînê biryara xwe aşkere kir û parast ku lêpirsînên ji ber sûcên navbirî yên der barê Mizrakli de rasterast têkildarî peywira wî ne û doza heyî red kir.    Parêzera Selçûk Mizrakli Semra Baylan jî destnîşan kir ku Dadgeha Îdareyê bi awayekî bêalî tevnegeriyaye û got: "Selçûk Beg bi saîqên siyasî ji peywirê hat girtin û vîna 490 hezar Amediyên ku dengê xwe dane wî tune hat hesibandin. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi xespkirina mafê bijartinê yê gelê Amedê veguherî yekeyeke wezaretê. Di rejîmên demokratîk de rêza ji bo vîna bijartiyan esas e. Lê belê me di vê hilbijartinê de dît ku careke din rêz nîşanî vîna gel nedane û mafê gel ji dest girtin. Em ê serî li îstinafê bidin û em ê hea dawiyê vê pêvajoya hiqûqî bidomînin."    MA / Aydin Atay