Malbata Şenyaşar: Em li bendêne di 2’yê Cotmehê de her kes li Meletiyê be 2020-09-26 10:13:48 ENQERE - Malbata Şenyaşar a bi daxwaza edaletê hat Enqerê, piştî hevdîtinên kirin vegeriya Rihayê. Malbatê, diyar kir ku heya rastî derbikevin holê, ewê têkoşîna xwe dewam bikin. Malbat li bendêye ku di 2’yê Cotmehê de, her kes beşdarî 2’yemîn danişîna li Meletiyê bê dîtin, bibin.   Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûs a Rihayê di hilbijartina giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an de, hevjîn û 2 kurên xwe di êrîşa parazvan û xizmên parlamenterê AKP Îbrahîm Halîl Yildiz de winda kirin, bi 2 kurê xwe Ferîd û Mehmet Şenyaşar bi daxwaza edaletê di 15’ê Îlonê de hatin Enqerê.   Malbata Şenyaşar 11 rojan li Enqerê ma û bi HDP, CHP, Partiya ÎYÎ, Partiya Saadetê, Partiya Pêşeraojê, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komelya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) re hevdîtin kir. Malbatê di van hevdîtinan de, bêhiqûqî û bêedaletiya rastê hatin û daxwazên xwe anî ziman.    Malbat ji bo ku bi rayedarên Serokkomariyê re hevdîtin bikin çû Qesra Serokkomariyê û li vê derê tenê karî bi rayedarên CÎMER’ê re hevdîtinê bike.    Ferît Şenyaşar ê ku 2 birayên xwe û bavê xwe di êrîşê de winda kirin û di heman demê birayekê wî girtiye, hevdîtinên xwe yên bi rayedaran re kirin, ji Ajansa Mezopotamya (MA) yê nirxandin.    Ferît Şenyaşar, diyar kir ku ligel qetilkirina bav û birayên xwe, di heman demê de bûn mexdûrê darizandinek ne adîlane û wiha axivî: “Sereke armanca me ya hatine Enqerê, daxwaza ‘darizandineke adîlane ye.’ Li ser darizandinê, zextek siyasî heye. Ligel ku bi ser bûyerê re 2 sal û 3 meh darbas bûn jî, tu pêşketin tuneye û hîna jî birayê min di girtîgehê deye.”    Şenyaşar, da zanîn ku roja bûyer qewimî li nexweşxanê bi hovîtî û wehşetekê re rûbirû man û wiha got: “Li nexweşxanê sûcekê mirovahiyê hat kirin. Ji bilî nexweşxanê êrîşî ambûlansan jî kirin. Dimenên kamerayan di destên me de hene. Lê hîna jî, bersûc ji aliyê dozger ve tên parastin. Ev rewş êdî wisan dewam nake. Em dixwazin rastî derbikeve holê. Ji bo vê em hatin Enqerê. Heya ku rastî derbikevin holê em têkoşîna xwe dewam bikin.”   SAZIYÊN FERMÎ TENÊ SERLÊDANÊN NIVÎSKÎ GIRTIN   Şenyaşar, anî ziman ku wan serî li gelek saziyên fermî dan, lê bi hinceta pandemiyê daxwaza wan a hevdîtinê qebûl nekirin û wiha pê de çû: “Ligel vê yekê jî em çûn Wezareta Dadê, TÎHEK û Qesra Serokkomariyê. TÎHEK’ê hevdîtina rû bi rû qebûl nekir. Lê piştî me derdê xwe ji yên ber derî re vegot, em nû girtin hûndir. Guhdarî me kirin. Me daxwazên xwe yên nivîskî jî pêşkêşî wan kir. Wezareta Dadê jî ji ber pandemiyê hevdîtin qebûl nekir. Em ne girtin hûndir. Me daxwazên xwe yên nivîskî pêşkêşî wan jî kir. Serokkomariyê jî daxwaz me ya hevdîtinê qebûl nekir. Me daxwazên xwe yên bi nivîskî teslîmî rayedarên wê derê jî kir.”   AKP Û MHPÊ RENDEVÛ NEDAN   Ferît Şenyaşar, bal kişand ser hevdîtinên bi partiyên siyasî re kirin û wiha bilêv kir: “Di hevdîtinên me bi partiyên siyasî re kir de, me bêhiqûqî û bêedaletiya em rastê hatin û hîna jî tên mexdûrkirin vegot. Me ji wan daxwaz kir ku şopdarê doza me bin. Hemû rayedarên partiyan jî gotin ku ewê heya dawiyê şopdarê doza me bin. Partiyên siyasî soz dan me ku wê beşdarî 2’yemîn danişîna me ya di 2’yê Cotmehê de li Meletiyê bê dîtin bibin. HDP û CHP’ê bêtir li ser vî karî rawestiyan. Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû, diyar kir ku weke partî çi ji destê wan bê ewê bikin û ji bo piştevaniyê amadene. Me ji AKP û MHP’ê jî daxwaza hevdîtinê kir, lê ev daxwaza me qebûl nekirin.”   ‘EM DIXWAZIN 2’YÊ COTMEHÊ HER KES LI MELETIYÊ BE’   Şenyaşar, dest nîşan kir ku rêxistinên hiqûqî û mafên mirovan jî, ji wan re gotine ku ewê di pêvajoya darizandinê de piştgiriya wan bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me bi Serdozgerê Komarê yê berê Îlhan Cîhaner re jî, hevdîtin kir. Dema ku me bûyer jê re vegot, daxwazên me mafdar dît û got ji bo darizandinek adîlane bê kirin, tişta ji destê wî bê ewê bike. Hemû kesan gotin ewê şopdarê doza me bin. Ji bo vê soz dan me. Em dixwazin di danişînê de, biryarek adîlane bê dayîn. Em dixwazin hemû kes bibin dengê me. Em li bendêne ku hemû kes di 2’yê Cotmehê de, li Meletiyê piştgiriya me bikin.”    DAYIKA ŞENYAŞAR: EZ DIXWAZIM KURÊ MIN BERDIN   Daxwaza sereke ya dayika Emîne Şenyaşar berdana kurê wê ye. Dayika Şenyaşar, diyar kir ku ew dixwaze di danişîna bê dîtin de kurê wê bê berdin û wiha got: “Em perîşan bûn. 3 kes ji malbata min kuştin û kurêke min jî kirin zindanê. 2 salin kurê min dibin tecrîdê de ye. Li Enqerê 11 rojan me dert û êşa xwe ji her kesî re vegot. Kî guhdarî me dikir, bi me re digirî û xemgîn dibû. Ev êşeke ne pir hêsane. Ev wijdan û edaletek çawane ku hîna jî, kurê min di zindanê de ye. Mala me şewitandin, tar û mar kirin. Êdî dert û kûla min ewe ku kurê  min bê berdan. Berî ku ji qehran bimirim, dixwazim kurê min berdin.”   MA / Bêrîvan Altan