Kekê parlamenterê AKP’ê ji bo teslîm bibe li malê li benda guhertina dozger sekinî ye 2020-09-26 10:18:41 RIHA – Axaftinên tapeyê yên AKP’yî Enver Yildiz ku wek faîlê kuştina 3 kesên ji Malbata Şenyaşar tê zanîn derketin holê. Di axaftinan de diyar bû ku Enver Yildiz ê birayê parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz li malê xwe veşartiye û li bendê bûye ku dozger were guhertin. Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya Hilbijartina Giştî ya 24’ê Hezîrana 2018’an di 14’ê Hezîranê de parêzvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kirin. Di êrişa AKP’iyan de Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar jiyana xwe ji dest dan. Her wiha birayê AKP’yî Yildiz, Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest da. Êrîş li dikana Şenyaşaran dest pê kir û heta ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê dom kir. Di êrişa li ber nexweşxaneyê de jî Mehmet Şenyaşar, Ferît Şenyaşar di nav de 8 kes birîndar bûn.    Fadil Şenyaşar hêj birîndar bû biryara binçavkirinê jê re hat derxistin. Pişt re hat girtin û şandin Girtîeha Xarpêtê û 2 sal in odeya yek kesî de tê ragirtin.    Tevî ji malbata Şenyaşar 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn heta 15 mehan ji êrişkaran kes nehat binçavkirin. Piştî 15 mehan di 18’ê îlona 2019’an de birayê parlamenterê AKP’ê, Enver Yildiz di nava komek parêzvanan ji 50 kesî pêk dihat çû Dadgeha Rihayê û hat girtin û ew şandin girtîgehê.   Doza ku tenê derbarê kargehê de hatiye vekirin Fadil Şenyaşar û Enver Yildiz girtî tên darizandin. Dadger danişînê dewama girtina wan da û danişînê taloqî 2’yê cotmehê kiribû. Di doznameyê de cih nedane êrişa li ber nexweşxaneyê û kuştina Haci Esvet Şenyaşar.    JI BO TESLÎM BIBE LI BENDA GUHERTINA DOZGER SEKINÎ YE    Axaftinên telefonê ku wek axaftinên tapeyê tên zanîn ên Enver Yildiz di doznameyê de cih girtin. Derket holê ku Yildiz dema ku lêgerîna wî hebûye li mala xwe veşartiye û ji bo teslîm bibe li benda xebata birayê xwe ku li Enqereyê birêve biriye û li benda guhertina dozgerê ku lêpirsînê birêve dibir bûye.    Enver Yildiz di wê dema lêgerîna wî hebûye telefona wî vekirî bûye. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Rihayê di 4’ê tîrmeha 2018’an de telefona wî dixe bin şopandina teknîkê û Yildiz di hevdîtinên telefonê de dixwaze ser bûyerê biniximîne. Di qeydên tapeyê de axaftina herî balkêş ew e ku AKP’yî Yildiz ketiye pey ku dê çawa dozgerê lêpirsînê biguherîne û AKP’yî Enver Yildiz jî xwe vedişêre û li benda guhertina dozger e. Di dîroka ku Yildiz diyar dike de dozger tê guhertin. Dozgerê ku tê jî di doznameya amade dike de jî bi “Doznameya fîhilkirinê”  malbata Yildiz rexne dike.    Demildest piştî bûyerê dozger Saîd Dogan ê li dosyeyê dinêhirî mehek şûn ve ji dosyeyê hat girtin û dozgerê bi navê Cuneyet Sanivar tayînî şûna wî kirin. Piştî salek û nivê Cuneyt Sanivar jî di dosyeyê hat girtin û dozgerê bi navê Tolgahan Oztoprak tayînî şûna wî kirin. Piştî tayînkirina Oztoprak, Enver Yildiz çû Dadgeh Rihayê û teslîm bû.    TAPEYA YEKEMÎN    Hevdîtina telefonê ya di 19’ê tebaxa 2019’an de di navbera Enver Yildiz û M. de derbas dibe wiha ye:    M.: Ez çend caran li te geriyam te bersiv neda. Herî dawî li keke Kemal geriyam. Ez li vî zarokî digerim. Venake. Teqewît bû gelo? Wî jî got qet ne pirse çi hatiye serê Enwer. Qala bûyerê kir. Ez matmayî ma.   ENVER YILDIZ: Erê weleh dibe wê were me bibîne. Ez ji Mêrsînê hatim. Gotin li wir e. Ez çûm min nihêrî bûyer heye. Berî min da lê li min neket. Qey min got qûrûsikî ye. Min li pişt xwe nihêrî ku keke min bi zikê xwe girtiye. Tabî yê ku gule berda reviya. Tabî ez birayê wî me. Min ên ku şer dikirin nedît. Min dît ku biraziyek me lê dide. Min got ev ji wan e, min jî derxist û berdayê.  ENVER YILDIZ: Mehmet wefat kir. Sê çar heb ji pişt û paş de. Çimkî wan zilaman bi çeke girtibû. Kes nekişindiye ji paş ve hatine lê dane û reviyane.  M.: Ji min re gotin ‘Enwer 3 kesan kuştiye.’  ENVER YILDIZ: Hi.. Na min li keskî da.  M.: Gelo mir?  ENVER YILDIZ: Belê  M.: Destê te sax be. Baş e ji dadgehê tengasiyek derneket ne wisa?  ENVER YILDIZ: Hêj min neçûye îfade nedaye.  M.: Hi.. ENVER YILDIZ: Dozger nû tayîn kirine. Heke ew dest bi wezîfeyê bike ez ê biçim îfade bidim.  ENVER YILDIZ: Dema tu li Youtubeyê bûyera Pirsûsê binivîsînî dîmen derdikevin. Dîmenê min jî hene. Wî dîmenî jî polîsan belav kiriye. Lingê FETO, METO.. Destpêka bûyerê Wezîr Soylû eşkere kir ya, wan amadekariya vî îşî kiriye. Yanî teror div ê bûyerê de heye. 3 wezîr hatin merasîma cenazeyê Mehemt. Ez jî teqewît bûbûm. Min bi zorê peyman çêkir. Min rapor û mapor bikar anî. Rêveberiyê ji serê meha derbasbûyî ve şandiye destûrê.  ENVER YILDIZ: Yaw niha em van itşan di medya civakî nanivîsînin. Di medya civakî de tîma Apoyî gelek tiştan dinivîsînin. Belav bûye.  ENVER YILDIZ: Min nedît ku kî şer kiriye. Min dît ku bi biraziyê min re şer dikin. Min got ev ji wan e û min lê da. Min çi zanibû sîleh di destê wî de heye. Du kes birîndar bûn, birîndar li cihê bûyerê. Bavê wî diçe nexweşxaneyê. Bavê wî jî lînc dikin û ew jî dimire.  ENVER YILDIZ: Ez ewk nakim, yanî ez ceza meza naxwim. M.: Na înşelah û bi îzna Xwedê.  ENVER YILDIZ: Na gelek dadger hene. Hemû dibêjin mudafa meşru.  M.: Ya ev jî sûcê terorê ye, te fêm kir?  ENVER YILDIZ: Yaw teror de… Li vir birayê me (Behsa Îbrahîm Halîl Yildiz dike). Burokratên li vir, vaye ev wezîr heye, wê demê parlamenter û emniyeta vir heye. Hemû li dijî birayê min in. Yanî ji bo ewk be,,, M.: Yên AKP’ê?  ENVER YILDIZ: Erê… M.: Çima li dijî wî bûn? Birayê te ne wekîlê AKP’ê ye?  ENVER YILDIZ: Dîsa jî, di navbera wan de dijberiya siyasetê heye ya. Mesela Wezîrê ji Rihayê duh neket Desteya Giştî. Lê birayê min çû Desteya Giştî. Mesele ji vir dest pê dike.  ENVER YILDIZ: Baş e, Mehmet spas dikim ji bo tu li min geriyayî. Kes li min negeriya. Ev 15 roj in min telefonê vekiriye. Ez heman nimreya xwe bikar tînim.    TAPEYA DUYEM    Hevdîtina telefonê ya 3’ê îlona 2018’an di navbera Enver Yildiz û xizmê wî Î.P. de derbas dibe wiha ye:   Î.P.: Te çi kir?  ENVER YILDIZ: Weleh li malê me çi bikim.  Î.P.: Pêşketinek tune ye gelo?  ENVER YILDIZ: Na. Em li benda Xelîl in. Dozger filan. (Behsa Îbrahîm Halîl Yildiz ê wekîlê AKP’ê dike.) Î.P.: Duh kurê min digot. Got bavo ‘dozgerek heye, yekî zor e.’ Ji Hecî bipirsin dikare derxe. Dozger gelek bênamûs e. ENVER YILDIZ: Li Rihayê ye?  Î.P.: Belê, got dozger çeqeliyê dike.  ENVER YILDIZ: Ji ku dizane, kurê te ji vê dozê wezîfedar e qey?  Î.P.: Ne wezîfedar e, ew jî wê rojê li wir bûye… ENVER YILDIZ: Çi dikin jî pûç derdikeve.  Î.P.: Pûç e, lê kurê min digot bila vî Haciyê Rihayê xerc bike.  ENVER YILDIZ: Na ya min parastina rewa ye.  Î.P.: Tiştek nû nedîtine, te Haci dît gelo?  Î.P.: Tu di cem Hamo de derbas dibî, tu matmayî mayî.  ENVER YILDIZ: Ez wê çaxê derketibûm. Min lêda û derketim derve.  Î.P.: Ew vedigere tê ser milê te û dikeve. Du sê gav diavêje û dikeve.  ENVER YILDIZ: Weleh min wan nedît.  Î.P.: Ka binêre Celloyê nû şandine. Ew pir girîng e ha Haci.  ENVER YILDIZ: Weleh em jî dibêjin wê hikumet bike.  Î.P.: Dibe.  ENVER YILDIZ: Binêre ez naçim li mala xwe ranekevim. Telefona min jî eynî ye. Çi dibe bila bibe.  Î.P.: Di rewşek asayî de tu tiştek jî nabe. Lê Elîyê me jî bi qasî dadger û dozgeran dizane. Çend roj berê digot qet tiştek nabe.  ENVER YILDIZ: Ji min re tiştek nîne. Ev asayî ne, lê heke ku siyastemedar fişarê filan bikin ez wê nizanim.  Î.P.: Ez jî siyasî dibêjim. Heta ku tu îşî xwe mîsoger nekî neçe wir.  ENVER YILDIZ: Ez naçim, ma ez qet diçim? Ez ê biçim çi bikim. Bila Halîl were îşê me teminat bike, ez ê wisa biçim.  Î.P.: Belê ev rast e… ENVER YILDIZ: Divê ku vê hefteyê were.  ENVER YILDIZ: Binêre Halîl ji yê berê bêtir bi hêz bû.  Î.P.: Dizanim, êdî divê zorê jê re dernexin. Mesela çend roj berê Cemîl ew çûne wir. Çi hewce ye.  ENVER YILDIZ: Çûne ku.  Î.P.: Enqereyê, çûne cem Wezîrê Dadê. Soz dane Cemîl û gotine em ê bibin alîkar. Zilam gotiye ji bo tiştên wisa neyên cem me, tiştên wisa dibe ma?  ENVER YILDIZ: Halîl jî li cem wî çûye gelo?  Î.P.: Halîl li derve bûye.    TAPEYA SÊYEMÎN   Axaftina di telefonê de li 10’ê îlona 2018’an ku di navbera Enver Yildiz û M.E. de derbas dibe wiha ye:   ENVER YILDIZ: Girtina min disekine. A rast ez digerim. Kes tiştek jî nabêje. Îşelah hel bibe ka em ê binêrin li bendê me. Yanî zilam li birayê min da, ma ez ê jî binêrim?  M.E.: Mi di vîdeoyê de dît, qey tu ji nişkeve dikevî. Tu biryar didî û berî wî didî.  ENVER YILDIZ: Min nihêrî bi biraziyê min re şer dike û ji wan e, min jî berdayê.    MA / Arjîn Dîlek Oncel