Kordînasyona Heskîfê: Beyza Ustun û binçavkiriyan berdin 2020-09-26 10:29:25   ÊLIH – Kordînasyona Heskîfê bertek nîşanî binçavkirina Prof. Dr. Beyza Ustun da û xwest binçavkirî hemû bên berdan.    Kordînasyon Heskîfê têkildarî binçavkirina HDP’iyan daxuyaniyek nivîskî weşand. Kordînasyonê diyar kir ku Prof. Dr. Beyza Ustun jî di nava pêkahteyên wê de cih digire û ew yek ji pêşengên têkoşîna ekolojiyê ye û binçavkirina wê nayê qebûlkirin. Kordînasyonê bang li rayedaran kir û xwest ku Beyza Ustun û binçavkirî hemû demildest werin berdan.