Bersûcê hevjîna xwe ya bêrê kêr kiribû, hat binçavkirin 2020-09-26 11:03:09   AMED - Bersûc Mûrat Ç. ê hevjîna xwe ya berdayîbû kêr kir, hat binçavkirin.    Dayika 4 zarokan Esengul Y. (38) ya ku li nexweşxaneyeke taybet a li navçeya Peyas a Amedê hemşîretî dikir, di 19'ê Îlonê de, li cihê kar ji aliyê hevjînê xwe yê berê Mûrat Ç. (45) ku berî sal û nivekê hev berdabûn ve, hatibû kêr kirin. Bersûç Mûrat Ç. piştî bûyerê reviya û winda bû. Polîsan li navçeya Sûrê bi ser malekê de girtin û Mûrat Ç. binçav kirin.   Mûrat Ç. ê hat binçavkirin, ji bo îfadeya wî bê girtin birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Hat hinbûn ku lêpirsîna Mûrat Ç. a li ewlekariyê dewam dike.