Li Stenbolê di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin 2020-09-26 11:32:48 STENBOL - Li hin navçeyên Stenbolê, di serdegirtina malan de 7 kes hatin binçavkirin.    Ekîbên Miduriyeta Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Stenbolê, li navçeyên Fatîh, Gazîosmanpaşa û Maltepe yên Stenbolê, di saetên serê sibê de bi ser hin malan de girtin. Polîsan di serdegirtinên malan de, derî şikandin û tiştên di nava malan de belav kirin.    Hat hinbûn ku di vê serdegirtinê de, welatiyên bi navê A.M., M.H., M.N., M.K., E.K., F.O. û H.D. bi îdîaya “endamtiyê rêxistinê” hatin binçavkirin.    7 kesên di kontrola tenduristiyê re hatin derbaskirin, li Miduriyeta Polîsan tên girtin.