Serokwezîrê 6-8’ê Cotmehê li Sancar geriya: Operasyon ne hiqûqî ye 2020-09-26 15:04:20 ENQERE – Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahemt Davûtoglû bi boneya binçavkirina rêveberên HDP’ê yên niha û yên berê li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar geriya. Sancar got “Pêwîste li dijî êrişan helwestek zelal were dayîn.” Davûtoglû jî got operasyona hatiye kirin ne hiqûqî ye.    Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû bi boneya binçavkirina rêveberên HDP’ê yên niha û yên berê duh bi îdiaya çalakiyên Kobanê hatibûn binçavkirin, li Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar geriya.    HDP’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û got: “Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davûtoglû yê di serdema 6-8’ê Cotmehê de serokwezîr bû, li dijî êrişên bi hêceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku ji partiya me tolê hiltînin, li Hevserokê me yê giştî Mîthat Sancar geriya.”    SANCAR: DIVÊ HELWESTEK ZELAL WERE NÎŞANDAN    HDP’ê diyar kir ku Hevserokê wan Sancar di hevdîtinê de destnîşan kiriye ev êriş tenê ne li dijî HDP’ê pêk tên û got: “Ev êriş li dijî muxalefetê hemû ye. Her kesê ji AKP’ê cudatir difikire di hedefe de ye. Pêwîste tevahiya hêzan li dijî van êrişan helwestek zelal nîşan bide.”    DAVUTOGLÛ: NE HIQÛQÎ YE    HDP’ê da zanîn ku Davûtoglû ji bo HDP’ê gotiye derbasî be û bi taybetî tiştên di 2014-2015’an de qewimîn gelek rehendê wê ehne û divê li ser qewimandinên di 6-8’ê Cotmehê de were axaftin. Davûtoglû anî ziman ku êrişa hatiye kirin “ne hiqîqî ye” û tiştên diqewmin zirarê dide welat û gavên ku Tirkiyê ber bi dewleta hiqûqê ve bibin werin avêtin.