Rewşa girtiya nexweş Karaguzel giran e 2020-09-26 15:18:59 ENQERE – Înîsiyatîf Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel û diyar kir ku Karaguzel di rabûn û rûnitşinê û bêhn stendinê de zehmetî dikişîne.    Înîsiyatîf Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 316’emîn de balê kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Înîsiyatîfê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) a Şaxê Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (57) a li Girtîgeha Bunyana Kayseriyê tê ragirtin. Rêvebera Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî da û diyar kir ku Karaguzel nêzî salekê ye di hepsê de ye û her ku diçe rewşa wê giarn dibe, tedawiya wê nayê kirin û bi muameleya nebaş re rûbirû hatiye hiştin.    REWŞA WÊ GIRAN E    Çevîrmen destnîşan kir ku Karaguzel di rabûn-rûnitşinê de û bêhn sitendinê de zehmetiyan dikişîne û nexweşiyên şekir, tansiyona zêde, astimê pê re hene û her çiqas raporên wê hene jî nayê berdan. Çevîrmen got her çiqas Karaguzel nexweşek rewşa wê nebaş e jî lê Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê rapora “dikare di hepsê de bimîne” dayê. Çevîrmen anî ziman ku dermanên Karaguzel ên diyete ango şekirê wê nadinê û ev dibe sedema giranbûna nexweşînên wê. Çevîrmen got pêwîste tedawiya Karaguzel bêkêmasî were kirin û xwest înfaza wê were taloqkirin û were berdan.