ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2020'AN 2020-09-27 09:00:50   * Malbata Sînan Gencerê ku hat îdiakirin li Girtîgeha Wanê întihar kiriye, bawer nake kurê wan întihar kiribe. Malbatê, ji ber nedayîna nameya Gencer nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo rastî aşkere bibe wê bitêkoşin.    * Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, têkildarî operasyona li dijî rêveberên HDP'ê ya der barê bûyerên Kobanê de bang li Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu kir û got: "Tam dema vegotina rastiyan e."    * Parêzer Serbay Koklu, diyar kir ku li Îmraliyê tecrîd kûrtir bûye û çalakiyên li dijî tecrîdê gelek bi nirx in lê divê êdî azadiya Ocalan bê armanckirin.   * Li Mêrdînê bi hatina wextê mehsera, çêkirina beniyan jî dest pê kir.    * Kooperatîfa Êzingvan û Komirvanan a Wanê ku heya pênc sal berê jî 61 endamên wê hebûn, niha tenê 27 endamên wê mane. Serokê kooperatîfê Hasan Seyhan, anî ziman ku her diçe rewşa aboriyê xirabtir dibe û der barê pêşerojê de tu hêviyek wan nemaye.    * Parlementerê HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, diyar kir ku AKP dixwaze heyfa binketina polîtîkaya xwe ya derveyî ji kuran û muxalifan bistîne û got, lê belê wê ev polîtîka bi ser nekevin.    * Ji ber HES'ên li geliyê di navbera navenda Amasya û navçeya Taşovayê de hatine çêkirin, hema bibêje bi navê çandiniyê tiştek nemaye. Berdevkê Platforma Hawirdorê ya Yeşîlirmakê Fazli Kûrû, destnîşan kir ku cotkar heya qirikê di nav deynan de ne.    * Li 5 herêmên Colemêrg û navçeyên wê destûra lêgerîna ji bo zêran hatibû dayîn. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û gotin, wê bi vî awayî xwezaya herêmê bê tunekirin.    * Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, diyar kir ku bi kampanyaya "Em xwe diparezin" a TJA'yê re li dijî siyaseta ku jinan hedef digire xwe bi rêxistin dikin û got: "Jin, divê xwe birêxistin bikin, xwe biparêzin û xwedî bîreke xweparastinê bin."   * TTB, ji bo diyarkirina konseya xwe ya navendî dê li Zanîngeha Enqereyê kongreya xwe pêk bîne. (10.00)   * Partiyên Tifaqa Kurdistanî derbarê operasyona "Kobanê" ya li dijî HDP'ê wê Cemîyeta Rojnamegerên Rojhilatê Başur a li Amedê civîneke çapameniyê li dar bixin. (12.00)   * Wê li Stenbol û Rihayê operasyona “Kobanê” ya li dijî HDP'ê bi daxuyaniyan bê şermezarkirin. (12.00-17.00)     * Wê MKM, bi munasebata 27'emîn salvegera damezrandina xwe li avahiya xwe ya li Taksîmê şahiyek li dar bixe. (15.00)