Nameya Gencer nadin malbatê: Em bawer nakin ku întihar kiriye 2020-09-27 09:01:34   WAN - Malbata Sînan Gencerê ku hat îdiakirin li Girtîgeha Wanê întihar kiriye, bawer nake ku kurê wan întihar kiribe. Malbatê, ji ber nedayîna nameya Gencer nerazîbûna xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo rastî aşkere bibe wê bitêkoşin.    Sînan Gencer, di sala 2005'an de li navçeya Maçka ya Trabzonê bi birîndarî hatibû girtin û hatibû îşkencekirin. Piştî hatibû girtin du caran cezay muebeta giran lê hatibû birîn. Gencer di 15 salên xwe yên li girtîgehê de li girtîgehên Trabzon û Erziromê ma. Herî dawî jî li Girtîgeha Wanê ma. Lê belê di 23'yê Îlonê de hatibû derpêşkirin ku Gencer întihar kiriye. Gencer, di 2 salên dawî de bi tena serê xwe di hucreyekê de dima û piraniya wextê xwe bi xêzkirina resman û hînbûna zimanê îngilîzî derbas dikir.    NAMEYA WÎ NEDAN    Kevser Gencer, anî ziman ku birayê wê pirî caran ketiye greva birçîbûnê û got, herî dawî li dijî tcerîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 90 rojî di greva birçîbûnê de maye. Kevser got: "Me nizanibû wê me ev qasî biêşînin. Heger xwe bikuştana wê roja ewil vê yekê bikirana. Li gor tiştên tên gotin, ji me re nameyek nivîsandiye. Lê belê ne me ne jî parêzeran name nedît. Madem întihar kiriye, nexwe divê nameya wî bidn me. Em bawer nakin ku birayê min xwe kuştibe. Em ê heya dawiyê bitêkoşin. Birayê min keda xwe di nîvçe nedihişt."    Xwişk Kubar Aglamiş jî diyar kir ku birayê wê bi her awayî ji bo azadiya gelê kurd xebitiye û got, gava hatiye zevtkirin ji ber îşkenceyê gelek diranên wî hatibûn şikandin. Aglamiş got: "Rojekê serê sibehê telefonî me kirin û gotin, birayê we întihar kiriye. Lê em bawer nakin. Wekî me birayê me nas nakin. Birayê min tu carî li ser mirinê hûr nedibû. Hele îja întihar. Ev mirin ji bo me mirineke gumanbar e. Madem întihar kir, nexwe bira nameya ku ji me re hiştiye bidin me. Heger name li cem me bûna me yê zanibûya ka birayê me xwe kuştiye an hin kesên din wî kuştine. Dozger wêneyê nameya Sînan rê min da û du hevok xwendin. Hîn jî me name nedîtiye û em bawer nakin."    MA / Dîndar Karataş