Dest bi çêkirina beniyan kirin 2020-09-27 09:02:28   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi hatina wextê mehsera, çêkirina beniyan jî dest pê kir.    Li gundên Mêrdînê her sal di dawiya meha Îlonê de çûyîna ser mehseran dest pê dike. Îsal jî bi hatina wextê mehserann re çêkirina beniyan dest pê kir. Gundî pêşî gwîzan bi benikan vedikin û dû re di nav pilora di stîlan de dikele tên rakirin. Gwîzên di nava pilorê re tên rakirin dû re wekî şirîdan li ber tavê tên hişkirin.    HEM ZEHMET E HEM XWEŞ E    Mulkiye Admiş ku beniyan çêdike, anî ziman ku serê sibehê zû radibin û pêşî tirî dieciqînin. Admiş, bilêv kir ku bi dû re şîreya wê dixin qofeyan û hinekî arvan û tiştên din tevlî navê dikin û dikin dims. Admiş, diyar kir ku paşê gwîzên ku bi benikan vekirine di nava pilora ku li ser êgir dikelînin radikin û herî dawî jî wan datînin ber tavê da hişk bibin. Admiş, bilêv kir ku karê dikin hem zehmet e hem jî xweş e.    Hasan Admiş jî ku heya gwîz di nava pilorê re bên rakirin bi bêrika di dest xwe de pilorê li hev dixe anî ziman ku ji bo pilor binî negire divê tim bê lihevxistin.    TIRIYÊ MEZRONE    Ramazan Admiş jî anî ziman ku ji bo beniyên wan xweş bin tiriyê mezrone dikin benî. Admiş got: "Em dixwazin tiştekî hem organîk hem jî paqij çêbikin. Em li ber çavê her kesî çêdikin. Karekî zehmet e. Em serê sbehê saet di 5'an de dest bi kar dikin. Em tirî dieciqînin, dikin dims... Hew me dît nîvê rojê qediyaye."    Admiş, bi lêv kir ku şirîdên gwîzan ên tevlî nava pilorê dikin ji bo hişk bibin du rojan li ber tavê dihêlin, lê belê gava dinya hênik be carinan çend rojên din jî li ber tavê dihêlin. Admiş, anî ziman ku benî ji bo wan çandeke e û got, bi vî awayî çanda xwe didomînin.