Polîsan rojnameger Hakki Boltan binçav kirin 2020-09-30 07:20:13 AMED - Polîsan serê sibê bi ser mala rojnameger Hakki Boltan de girtin û li malê ew binçav kirin.  Polîsan serê sibê bi ser mala Rojnameger Hakki Boltan a li Amedê de girtin û li malê ew binçav kirin. Polîsan serê sibê saet di 05.00'an de bi ser malê de girtin û piştî lêgerînek berfireh Boltan binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. Nehat zanîn ku Boltan çima binçav kirine.