Bi saxî dişînin, bi mirî derdikevin 2020-09-30 09:02:23 AMED - Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan diyar kir ku girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin û got: “Kesê ku sax dikeve girtîgehên Tirkiyê nexweş dikevin. Divê derbarê vê rewşê de rêxistinên civakî yên sivîl zextê li rayedarên dewletê bikin.” Binpêkirina mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş ji rojevê nakeve. Binpêkirin roj bi roj zêdetir dibin. Li gorî dane û raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li Tirkiyê, 590 kes jê girtiyên rewşa wan giran bi giştî hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Tenê di nava du hefteyên dawî de Takiyettin Ozkahraman ê 75 salî û Alî Boçnak ê ku ji ber mewlûda bi kurdî dabû hatibû girtin, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa Mehmet Emîn Ozkan ê 82 salî ku zêdeyî 20 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ye tevî rewşa wî giran e jî nayê berdan.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Amedê Parêzer Yûsûf Erdogan derbarê binpêkirina mafan ên li girtîgehan û rewşa girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivî.   ‘GIRTÎ BI GELEK BINPÊKIRINAN RE RÛBIRÛ NE’    Erdogan diyar kir ku bi pêvajoya pandemiyê re li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde bûn û wiha got: “Li girtîgehên Tirkiyeyê em dibînin ku bi pêvajoya pandemiyê gelek îhlalên mafan tên jiyîn. Bi taybetî jî di derbarê mafê tenduristiyê û dema sewq û sirgunan de îhlal çêdibin. Me ev yek di Girtîgeha Kampus a Amedê de dît. Dema girtî sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1 û 2’yan kirin ev îhlal me dîtin. Hinek pêkanînên wan nîşandan ku şertên pandemiyê li ber çav nagirin û pêk tînin.”   ‘GIRTÎ DI QAWÎŞAN YEK KESÎ DE NE’    Erdogan bal kişand ser rapora ku ÎHD, OHD, Baroya Amedê û MED TUHAD-FED’ê ya ku derbarê binpêkirina Girtîgeha Jimara 1 û 2’yan a Ewlehiya Bilind a Amedê de amade kiribû û got: “Weke ku di raporê de jî cih girtibû, tiştên ku girtiyan ji me re gotibûn ev bûn. Şertên pandemiyê, yên tenduristiyê berçav negirtine, bi dest lêgerîna wan hatiye kirin, dîsa bi hinceta pandemiyê qanûna înfazê tune hesibandin e û girtî xistine hucreyên yek kesî. Dîsa ji ber ku girtîgeh nû vebûye wek înşeatê ye. Amûrên paqijiyê nadin wan, bi amûrên kêm ku bi girtiyan re hene qawîşan paqij dikin.”    Erdogan bi bîr xist ku girtiyên li Girtîgeha Jinan a Amedê ji ber pêkanîna cot kelepçekirinê de bi pirsgirêkan re rûbirû mane û got: “Pêkanîna cot kelepçekirinê di aliyê mafê tenduristiyê de rîskeke mezin di nava xwe de dihewîne. Ji xwe ji ber girtî van pêkanînan qebûl nakin sewqên wan ji nexweşxaneyê re çênakin.”   ‘BI SAXÎ DIKEVIN, BI MIRÎ DERDIKEVIN’    Erdogan destnîşan kir kesê bi saxî dikeve girtîgehên Tirkiyê nexweş dikevin, dimirin û tên berdan û wiha domand: “Kesên saxlem dikevin girtîgehên Tirkiyê an nexweş derdikevin an jî jiyana xwe ji dest didin. Ji xwe şert û mercên girtîgehan nexweş dikin. Derbarê girtîyên nexweş de hem dewletê di qanûnên xwe de astengî danîne hem jî ji polîtîkayên ku li girtîgehan tên bi rêvebirin, bi rewşeke ku mirina girtiyan re rûbirû mayîn derdikeve holê. Derbarê girtiyên nexweş de li gor qanûna hejmara 5275’ê pîvangeke wisa danîne holê, dibêjin ‘li gor ewlehiya civakê heke rewşeke awarte dernexîne holê’. Divê di serî de ev qanûn were revîzekirin û ev krîter ji holê were rakirin. Ji ber ku ev krîter ne li gor hiqûqa navnetewî û peymanên ku Tirkiyê bûye alîgirê wan in.”   ‘ŞERT Û MERCÊN GIRTÎGEHAN NEXWEŞ DIKIN’   Erdogan da zanîn ku têkildarî girtiyên nexweş saziya bi bandor tenê Saziya Tiba Edlî ye û got: “Girtî ji nexweşxaneyeke ku raporên ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ û ‘nikare di girtîgehê de bijî’ bigire jî ev ji bo serberst berdana wî/wê têr nake. Divê ev rapor ji Saziya Tiba Edlî re were bi rêkirin û ew derbarê raporê de biryar bide. Di nava mehekê de 3 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Yê yekemîn Takyetîn Ozkahraman ê 75 salî bû. Her kes dizane ku dema dikeve girtîgehê nexweşiyeke ku pê jiyana xwe ji dest bide tune bû. Piştî ku dikeve girtîgehê ji ber temenê xwe û şert û mercên girtîgehê nexweş dibe. Ji xwe şertên nexweşxaneyên Tirkiyê yên fizîkî dibin sedema kesên ku bi silametî be jî nexweş dikevin. Mînakeke din Cengîz Kurt ê 41 salî yê ku li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê jiyana xwe ji dest dabû. Li girtîgehan li temenê girtiyan nanihêrin. Ji ber ku dema dikevin girtîgehê ji ber şert û mercan nexweş dikevin û terkî mirinê tên kirin. Mînaka dawî Alî Boçnak ê 75 salî ye. Gelek caran derbarê wî de serî li saziyên reydar dane jî lê hemû hatine redkirin. Û gotin ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Li gel vê yekê Boçnak jiyana xwe ji dest da.”   ‘DIVÊ RÊXISTINÊN SIVÎL ZÊXTÊ LI DEWLETÊ BIKIN’   Erdogan diyar kir ku ji bo nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş divê hem hiqûqa heyî were guhertin hem jî bi nêrîneke polîtîk a bi tolhildanî lê neyê nêrîn û wiha got: “Divê bi awayekî ehlakî û wicdanî li girtiyên nexweş binêrin. Divê tenê dewlet na, raya giştî jî gav biavêje û hestiyar bibe. Mehmet Emîn Ozkan girtiyekî pîr e, gelek nexweşiyên wî hene, ji bo wî gelek serlêdan hatine kirin û rapor hatin wergirtin. Dîsa mînaka Halîl Guneş heye, demekê gelek bû rojev jî. Mayîna wî ya di girtîgehê de ji aliyê jiyanê ve rîsk e. Lê nêzîkatiya li hember girtiyên nexweş nêzîkatiyek terkî mirinê kirin e ye. Nexweşî, temen û krîterên din li ber çav nayên girtin. Nêrîneke polîtîk li dijî girtiyên nexweş heye. Derbarê rewşa girtiyên nexweş de divê rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî eşkere rewşa wan bînin ziman û zextê li rayedarên dewletê bikin. Dema em li rewşa girtiyên nexweş dinêrin mafê xatir xwestinê jî nadin wan. Berê ji niha baştir bû. Girtiyên pir rewşa wan giran berdidan. Lê niha wê jî nakin û pêkanînên ku girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin didomin.”   MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek