‘Divê her kes li dijî êrişên li ser HDP'ê bibe bend' 2020-09-30 09:04:04 WAN - Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci, anî ziman ku êrîşên li ser HDP'ê tên kirin hemû, perçeyeke planên li dijî têkoşîna kurdan e û got: "Her kes divê li hemebr van êrîşên li ser HDP'ê bibe bend."  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya "lêpirsîna Kobaniyê" de rêvebirên HDP'ê binçav kiribûn. Bertekên li dijî vê operasyona binçavkirinê didomin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Mûstafa Avci ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, anî ziman ku bi vê operasyonê "Deklerasyona Aştiyê" ya HDP'ê ku di 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de aşkere kiribû hedef hatiye girtin.    PLANA LI DIJÎ TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ    Avci, anî ziman ku êrîşên li ser HDP'ê tên kirin hemû, perçeyeke plana li dijî yekîtiya nteweyî ya kurdan, têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê ye û got: "Li hin deveran vê yekê bi tayinkirina qeyûman dike, li hin deveran jî li ser sînoran bi kuştin gundiyan dik. Êrîşên nîjadperestî yên li hember karkerên kurdî revandina jin û ciwanan hemû perçeyeke vê planê ne."    ‘JI HDP'Ê DITIRSIN'    Avci, detnîşan kir ku HDP di hilbijartina herêmî ya 31'ê Adarê û di hilbijartinaa 23'yê Hezîranê ya Stenbolê de hêzeke mezin bi dest xistiye ûg ot: "Mirov pêşî pergala ku jê ditirse berteref dike. Êrîşên li ser HDP'ê jî encama vê tirsê ne. Banga di sala 2014'an d ehat kirin, banga li dijî komkujiyê bû. 40 sal in her kesî zirar ji vî şerîd îtye. Tenê ne kurd, tevahiay derdorên civakê zirar ji vî şerî dîtin. Wê demê ji bo ev zirar mezintir nebe û kûrtir nebe bangeke demokratîk hat kirin. Lê belê di ser re ev qas wext derbas bûye, rabûne acrdin dosye vekirine."    OPERASYONA LI DIJÎ BANGA AŞTIYÊ    Avci, destnîşan kir ku piştî HDP'ê "Deklerasyona Aştiyê" aşkere kiriye û deng vedaye ev operasyon hatine kirine û got, wê ev operasyona tenê li hemberî HDP'ê neyên kirin, wê li dijî hemû muxalefetê bên kirin. Avci, bilêv kir ku lewma divê her kes ji bo dor neyê wan li dijî van êrîşên li ser HDP'ê bibe bend.