Dozger, hewl dide sûc têxe stuyê mexdûrê! 2020-09-30 09:06:47 AMED - Di lêpirsîna der barê tecawiza sîstematîk a li G.Y. hatibû kirin de, tenê îfadeya sûcdaran hatiye girtin. Her wiha dozgeriyê rapor xwest ku bê ka G.A. "dîn e yan na."  Li navçeya Hênê ya Amedê, 5 xizmên G.A.'yê bi awayekî sîstematîk tecawizî wî kiribûn. Piştî G.A., ducanî mabû tecawiza sîstematîk derketibû holê. G.A., giliyî her pênc xizmên xwe kiribûn, lê belê tenê îfadeya A.D. hatibû girtin. Piştî G.A. tiştên hatibûn serê wê ji ajansa me re gotibûn, dozger îfadeya gumanbarên din Î.A., M.A., Ş.A. û Î.A. jî girtibû.    Piştî G.A. gilî kiriû, bavê kesên tecawizî wê kiribûn bi mirinê gef lê xwaribûn û ji aliyê Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê ve jî li stargehekê hatibû bicihkirin. G.A., li vê stargehê zaroka xwe anîbû dinê. Piştî zarok jê re çêbû, zaroka wê danîbûn cem malbata parêzkar. Lê belê G.A., li bendê bû ku der barê sûcdaran de tiştek bê kirin. Hîn werê Serdozgeriya Komarê ya Hênê der barê G.A.'yê de rapor xwest bê ka "dîn e yan na".    Serdozgeroya Komarê ya Hênê, talîmatek ji Serdozgeriya Komarê ya Çewligê re şand û jê xwest ku ji bo bê diyarkirin bê ka G.A. "dîn e yan na" rapora Saziya Tiba Edlî bê amadekirin.    MA / Arjîn Dîlek Oncel