Parêzerê malbata Şenyaşar: Li dozê xwedî derkevin 2020-09-30 09:08:35 RIHA - Danişîna doza malbata Şenyaşar dê di 2'ê Cotmehê de bê dîtin. Parêzerê malbata Şenyaşar Hidayet Enmek, ji bo danişîna 2'ê Cotmehê bang li her kesî kir û xwest tev li danişînê bibin û li dozê xwedî derkevin.  Danişîna doza malbata Şenyaşar a ku parazvanên wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bav û 2 kur kuştibûn, dê di 2'ê Cotmehê de li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê bê dîtin. Têkildarî danişîna ku di 2'ê Cotmehê de bê dîtin, parêzerê malbata Şenyaşar Hidayet Enmek, bang li hemû parazvanên mafên mirovan, hiqûqnas û mirovan kir ku tev li danişînê bibin û li dozê xwedî derkevin. Parêzer Enmek, anî ziman ku dozger bûyer kiriye du perçe û wiha got: "Têkildarî bûyera ku li nexweşxaneyê pêk hat û li ber dikanê pêk hat ji hev cuda kirine û lêpirsînên cuda vekirine. Em vê yekê wekî sergirtina komkujiyê dinirxinin. 2 sal û nîv derbas bû der barê bûyera li nexweşxaneyê pêk hat hêj tu îdeaname nehatiye amadekirin. Îdeanameya li cihê kar jî yek alî hatiye amadekirin. Divê êrîşa ji cihê kar dest pêkir û li nexweşxaneyê bi dawî bû yek pare bê destgirtin û di nava yek dosyayê de cih bigirin. Ji ber ku bûyera li nexweşxaneyê pir wahîm e. Muwekîlên me Haci Esvet Şenyaşar ku birîndar bû û bi meş çû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê ew kuştin. Emîne Şenyaşar êrîşkar teşhîs kirin û nas kir. Lê heta niha der barê naveroka lêpirsînê de tu agahiyan nadin me."    ‘HEMÛ KES ŞAHIDÊ KOMKUJIYÊ NE'   Enmek, da zanîn ku êrîşa Bi Organîze ya xizmên wekilê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz, di dîmenên ku di dosyayê de pir berbiçav in û wiha lê zêde kir: "Dema wekîl kargeriyan ziyaret dike, gelek polîsên sivîl bi wekîl re digerin. Lê polîsên li cihê bûyerê mudaxaleyî bûyerê nakin. Li nexweşxaneyê jî êrîş û bûyer li pêş çavên rayedarên nexweşxaneyê pêk hat. Li pêş çavê serhekîm, hemşîre, doktor, polîs, walî, Wezîrê Çandiniyê Eşref Fakibaba û qeymewam pêk hat. Li gel vê yekê êrîş kirin. Kesên bi birîndarî hatin nexweşxaneyê bi çekan û amûrên tûj hatin kuştin. Lê polîs tu kesî asteng nakin. Li vir dîmen û qeydên kamerayan tune dikin û desteser dikin. Ev pir glirîng e. Em dibînin ku li vir kesên êrîş kirine hatine arastekirin. Qeydên li odeyan hatine desteserkirin. Bi profesyonî ev yek kirine. Ji cihê kar heta nexweşxaneyê hemû êrîş bi organize pêk hatiye. Muwekilê me Fadil Şenyaşar çû cihê ku birayê wî lê hatin birîndarkirin. Dema dît birayê wî û bavê wî birîndar bûn, xwe parast. Di dîmenan de jî tê dîtin ku bersûc Îbrahim û Enver çek di destê wan de ne û digerin. Tê dîtin ku bi dehan caran gule li ser Celal û Adil Şenyaşar reşandine."    Parêzer Enmak, anî ziman ku Serdozgerê Komarê yê berê bi baldarî nêzî lêpirsînê dibû û delîl kom dikir û wiha berdewam kir: "Dozerê berê hemû delîl kom kir û li hemû şahidan guhdar kir. Lê piştre dozger guhertin. Serdozgerê Komarê yê Rihayê ne dozgerê berê ye. Nizane li cihê bûyerê çi bûye. Bersûc Enver Yildiz ku demek dirêj e li wî digerin hêj nehatiye girtin. Piştî êrîşê ew û xizmên xwe bi xwe hatin edliyê û teslîm bûn. Li gorî qeydên telefona divê li malê be. Gelek qeydên telefonan li dosyayê bar nekirine. Gelek axaftinên balkêş hatine jêkirin. Ev jî nîşan dide ku Wekilê AKP'ê hêza cemaweriyê dide pişta xwe û hewl dide xwe û birayê xwe ji sûc pak bike. Niha dozê bi 2 dosyayên cuda dimeşînin. Ev jî nîşan dide ku dixwazin ser bûyerê bincil bikin û komkujiyê veşêrin. Niha doz şandine 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê. Ev îdeaname ne bê alî ye. Li dijî Qanûna Dadgeha Ceza ye.    Em bang li hemû kesên bi wîcdan, hiqûqnas û parazvanên mafên mirovan dikin ku tev li danişînê bibin û li dozê xwedî derkevin. Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku li dozê xwedî derkevin û tev li danişînê bibin.      Beriya hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an, wekilê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz û parazvanên xwe li gel polîsan dema esnaf ziyaret dikirin, li dikana malbata Şenyaşar bi çekan êrîşî endamên malbata Şenyaşar kiribûn. Di êrîşa li dikanê û nexweşxaneyê de bav Haci Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar  qetil kiribûn. Dîsa di bûyerê de xizmê Wekîl Mehmet Şah Yıldız miribû. Di bûyerê de Mehmet Şenyaşar, Ferit Şenyaşar û Fadıl Şenyaşar jî di navde 8 kes birîndar bûbûn.    Piştî bûyerê Fadil Şenyaşar hêj birîndar bû hatibû girtin û hêj Fadil Şenyaşar li Girtîgeha Girtî ya Xarpêtê girtî ye.