Danzîkyan: Tirkiye piştî li Sûriye û Lîbyayê tiştek bi dest nexist, berê xwe da Ermenîstanê 2020-09-30 10:05:19   STENBOL – Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, şerê di navbera Azerbeycan û Ermenîsaynê de nirxand û got, Tirkiye piştî di şerê li Sûriye û Lîbyayê de tiştek bi dest nexist, niha jî berê xwe daye Ermenîstanê.    Di şerê di navbera Azêrbêcan û Ermenîstanê de ku 4 roj berê dest pê kir, heya niha ji her du aliyan gelek esker û sivîl jiyana xwe ji dest dane. Tirkiye jî mudaxilî nav vî şerî bû. Piştî vê îdiayên ku Tirkiye ji Sûriyeyê hêzên paramîlîter şandine da li dijî Ermenîstanê şer bikin ketin rjevê. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Yetvart Danzîkyan, destnîşan kir ku Tirkiye piştî di şerê li Sûriye û Lîbyayê de tiştek bi dest nexist, niha jî berê xwe daye Ermenîstanê.    ‘AZERBEYCAN PROVAYA ŞER DIKIR'    Danzîkyan, bibîr xist ku Azerbeycan ji bo deverên ji destçûyî bistîne bi salan e amadekarî dikirin. Danîzikyan, bilêv kir ku şerê di meha Tîrmehê de di navbera her du aliyan de qewimî provaya vê yekê bû. Danzîkyan got: "Wê çaxê jî Azerbeycanê got Ermenîstanê şer daye destpêkirin, lê piraniya analîstan gotibûn jixwe Ermenîstan di rewşa parastinê de bûye û dûrî aqilan e ku şer da bes destpêkirin. Ew şer çend rojan dewam kir. Piştî hêzên mezin û Rûsya ketin dewrê şer rawestiya. Lê belê wisa tê fêmkirin ku ew çax ji bo Azêrbêcanê provayek bûye. Piştî keys dîtiye cardin êrîş kiriye."    Danzîkyan, anî ziman ku meseleya Qerebaxê 30 sal in bi muzakereyan didome û got: Azêrbêcan, li vê derê hin dever winda kiribûn. Yanî Azerbeycan di ji ber meseleyên navxweyîû derveyî di şerê Qerebaxê de têk çûbû. Dihat texmînkirin wê bersiva vê yekê bê dayîn. Niha ev tişt diqewime."    MUDAXILBÛNA TIRKIYEYÊ    Danzîkyan anî ziman ku Tirkiye rasterast mudaxilî nav şer bûye û got, meseleya sereke jî ev e. Danzîkyan got: "Tirkiye bi çek û eskerên xwe di nava vî karî de ye. Heta tê gotin Tirkiye şervanên biyanî yên li Sûriyeyê şandine Azerbeycanê da li dijî Ermenîstanê şer bikin."    Danzîkyan bibrî xist ku di salên dawî de Tirkiye li Sûriye û Lîbyayê û li deverên din mudaxilî nava şeran bûye û got: "Di çend salên dawî de Tirkiye çi li Sûriye çi li Lîbyayê dixwaz bibe hêzeke xurt. Lê belê tişta dixwest li Sûriye û Lîbyayê bike bi ser neket. Lewma vê carê çav berdaye Ermenîstanê. Lewma di salên dawî de têkiliyên bi Azêrbêcanê zêdetir bûn."    Danzîkyan anî ziman ku Tirkiye hem hamiyê Azerbaycanê ye hem jî rêvebirê şer e û got: "Hemû hêzên navneteweyî ji bo agirbestê bang dikin, lê Tirkiye şer gurtir dike."    Her wiha Danzîkyan anî ziman ku rewşa şer girêdayî hêzên kûrewî û nexasim jî helwesta Rûsyayê ye û got: "Rewşa şer hinekî jî girêdayî helwesta Rûsyayê û rewşa Tirkiyeyê ya ku wê çi qas karibe eniya xwe li ber eniya Rûsyayê deyne. Li Sûriye û Lîbyayê jî li ber pozê hev rabûn û wis axuyaye wê li vê derê jî li be rhev rabin."    Herî dawî Danzîkyan destnîşan kir ku şer ne çare ye û got, divê mesele bi rêya diyalog û muzakereyê bê helkirin. Danîzkyan, bibîr xist ku di 2 rojan de gelek sivîl û esker jiyana xwe ji dest dane.    MA / Îdrîs Sayilgan