Li Amedê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin 2020-09-30 10:21:16   AMED – Li Amedê vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtinê de rojnamevan Hakki Boltan, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglû û mele jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Li Amedê di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê da destpêkirin de vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan malan serûbin kir.    Di encama serdegirtina malan de rojnamevan Hakki Boltan, Rêveberê HDP’a Amedê Edîp Bînbîr, endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Omer Fîlîtoglû, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) mele Nafî Erdem û mele Emîn Ay, endamê Sendîkaya Maden û Enerjiya Pîşesaziyê Medenî Tutşî, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglû, rêvebera Rêxistina HDP’ê ya Amedê ya berê Çîgdem Ektî û aktîvîst Mekiye Guzel hatin binçvkirin.    Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Hêceta binçavkirinan nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.