Li Farqînê mirineke bi guman 2020-09-30 10:42:40   AMED – Lİ navçeya Farqinê, ciwanê bi navê Îmam Kiliç, li înşaata avahiyekê mirî hat dîtin.    Li taxa Qulfayê ya navçeya Farqînê ya Amedê, li înşaata avahiyekê cenazeyê zilamekî hat dîtin. Li ser agahî dayînê, polisên ku hatin cihê bûyerê diyar kirin ku cenaze yê ciwanê bi navê Îmam Kiliç ê 18 salÎ ye. Hat angaştkirin ku Kiliç, ji ber pirsgirêkên malbatî duh bi şev ji malê derketiyê û întihar kiriye. Cenazeyê Kiliç ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê.