Wêjekar û Nivîskar: Divê HDP’î demildest werin berdan 2020-09-30 11:04:25   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, bertek nîşanî binçavkirina HDP’iyan dan û xwestin demildest kesên ku hatine binçav kirin bên berdan.   Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî binçavkirina siyasetmedarên HDP’î yên ku têkildarî buyerên Kobanî hatin binçavkirin dan. Komeleyan, operasyonê weke operasyoneke siyasî bi nav kirin û bal kişandin ser rola nivîskar û rewşenbîran a di civakê de û bang li wan kirin ku li dijî operasyona pêk hatiye derkevin. Her wiha komeleyan daxwaz kirin ku kesên ku hatine binçav kirin demildest bên berdan.