Yeneroglû: Heke hiqûq hebûna wê Wezîrê Karê Hundir hesab bida 2020-09-30 12:18:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Ji Partiya DEVA’yê Mûstfa Yeneroglû, derbarê mirina Servet Tûrtgût  ku ji helîkopetê hatibû avêtin de ev tişt got: “Heke em dewleta hiqûqê bûna wan kesên ku îşkence kirine wê ji peywirê bihatina girtin û Wezîrê Karê Hundir hesab bida.”   Serokê Polîtîkayên Edalet û Hiqûqê yê Partiya DEVA’yê Mûstafa Yeneroglû, derbarê mirina Servet Tûrtgût ku bi Mûstafa Şiban re ji helîkopetê hatibû avêtin û 20 roj bûn têkoşîna jiyanê dida de li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirinan kir.    ‘XEDARÎ’   Yeneroglû, di parvekirinên xwe de ev tişt got: “Rehmetê ji Servet Tûrgût ku Îşkenceya giran deyax nekir re dixwazim. Bi rastî jî qehrker e. Servet ku spîsax hatibû binçavkirin, bi şopên îşkenceyeke giran radestî nexweşxaneyê hatibû kirin. Dema ku wezîr derket cotkarê mehsûm kir PKK’î mijar hatibû girtin, çawa be di vê rewşê de îşkence jî rewa ye. Ji bo serxweşiyê destê min bi zor çû ser telefonê. Li kurê wî Huseyîn geriyam. 3 peyvên ziwa yên serxweşiyê. Birîndar bi bîrîna xwe dizane. Bifikirin bavê we spîsaxlem tê girtin û wî laşê ku îşkenceya giran dîtiye radestî we tê kirin. Wezareta Karê Hundir jî dikare bibêje ji ber derketina berhingariyê ketiye.   Wijdan li ber vê xedariyê deyax dike? Kîjan ewlad dikare Ewqas zilm rabike? Lê çawa be kesê hatiye qetilkirin biyanî ye, ji me re çî ye? Kî dizane çi kiriye, çawa be wezîr derewan nake, malbat jî ditirse hesab bipirse. Netirse jî feraseta em ê bigirin heye. Rewşên tên zanîn. Heke em dewleta hiqûqê bûna wan kesên ku îşkence kirine wê ji peywirê bihatina girtin, lêpirsîneke bi bandor bihata kirin, hemû sûcdaran cezayên giran bigirta. Wezîrê Karê Hundir jî wê derketina pêşberî çapameniyê, rastiyê vegota û hesab bida. Li ce me cûda ye. Lewre Apê Serwet ê wanî ne welatiyê wekhev e…”