Girtî xwe bi ava zengarî dişon 2020-09-30 13:03:57   MEREŞ – Huseyîn Yildiz ê li Girtîgeha Sîlîviriyê ragihand ku ew bi ava zengarî xwe dişon û ji ber avê canê wan bûye birîn.    Huseyîn Yildiz ê li Girtîgeha Jimara 5’an a Tîpa L a Sîlîvriyê bi telefonê hevdîtinê bi keke xwe Alî Yildir re kir. Yildiz ji keke xwe re qala binpêkirinên mafên girtiyan kiriye. Yildiz destnîşan kiriye ku ew bi ava zengarî xwe dişon û ev av canê wan tev kiriye birîn û her wiha aktîvîteyên wan werzîşê hatine astengkirin û ji bilî rewşên lezgîn nabin revîrê û xwarina wan nebaş e û têr nake.