Derbarê gilîkirina Kûyûn a HDP’î ku hatibû revandin biryara neşopandinê dan 2020-09-30 13:57:37   WAN – Gilîkirina Hatîce Buşra Kûyûn a Endama Lîjneya Birêveberina Ciwanan a HDP’ê ku ji aliyê kesên xwe weke polis dabûn nasîn ve hatibû revandin, bi neşopandinê encam bû.    Endama Lîjneya Birêveberina Ciwanan a HDP’ê Hatîce Buşra Kûyûn, di 4’ê gulanê de li ser Kolana Mereşê ya Wanê, ji aliyê kesên xwe weke polis dabûn nasîn ve hatibû revandin û gef lê hatibû xwarin. Ji aliyê dozgeriyê ve derbarê giliya Kûyûn a têkildarî polisan de biryara neşopandinê hat dayîn.    Dozgeriyê, ji bo biryara xwe ya neşopandinê bidestnexistina dîmenên bi qalîte û tespîtnekirina plaqaya ku giliya wê hatiye kirin, hincet nîşan da.