Şewata li Bestayê didome: Li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn 2020-09-30 14:31:30   ŞIRNEX - Li Çiyayê Bestayê ya girêdayî Şirnexê şewata ku 3 meh berê dest pê kiribû, hîn didome û ji ber vê şewatê li 21 herêman bi hezaran dar şewitîn.    Li Çiyayê Bestayê ya girêdayî Şirnexê şewata ku 3 meh berê li Zozanê Şerevanê, Çemê Mezin, Xare Kuna dest pê kiribû û belavî deverên cuda bûye didome. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmî dan; şewata ku ji duh ve li herêma Cîniver û Behra Hincê dest pê kiriye didome.   Çavkaniyan ragihand ku li herêmên Girê Deyîncê, Şerevan, Girêhelêziyê, Pişta Reşa, Girê Gimê, Tilmê Girduşê, Girê Mêrgumar, Sêro, Rîsor, Lama Kitkê, Girê Kanîferşkê, Girê Zîyaret, Tehtê Gozkê, Dimdimo, Mexelê Yasîn, Zilê Hûr, Kela Sor, Girê Givara bi giştî şewitîne.    Li gorî çavkanî didin diyarkirin şewat di encama topbarana leşkerî de derdikeve û kes mudaxileyî şewatê nake û ji ber şewatê bi hezaran dar li herêmê şewitîne.