Rojnamevan Kûray hat berdan 2020-09-30 15:37:57   STENBOL – Rojnamevan Zeynep Kûray a di çarçoveya “Lêpirsîna Bênavan” de hatibû binçavkirin piştî îfadeyên li dozgeriyê hat berdan.    Rojnamevan Zeynep Kûray di çarçoveya “Lêpirsîna Bênavan” de li Stenbolê hatibû binçavkirin. Piştî îfadeyên li Emniyetê, Kuray birin Edliya Çaglayan Stenbolê. Dozgeriyê îfadeyên Kuray girt û pişt re derbarê wê de biryara neşopandinê hat dayîn û serbest hat berdan.