Ji bo Servet Tûrgût çalakiya bi pankart 2020-09-30 15:52:28   ENQERE – Aktivîstên Karalayê, ji bo Servet Tûrgût ku ji helîkopterê hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest da, pankarta “Servet Tûrgût dewleta ku wÎ ji helîkopterê avêt qetil kir” bi pêra 96’an ve daleqandin.   Aktivîstên Karalayê yên Enqerê, ji bo Servet Tûrgût ku li navçeya Şaxê ya Wanê piştî ku jê hêla leşkeran ve hatibû binçavkirin, ji helîkopterê hatibû avêtin û îro jiyana xwe ji dest da, çalakiyeke bi pankart li dar xistin. Aktivîstan li navçeya Çankayayê, pankarta li serê nivîsa “Servet Tûrgût dewleta ku wÎ ji helîkopterê avêt qetil kir” nivîsandî, bi pêra 96’an ve daleqandin.   Karalayê, li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê çalakiyê de daxuyanî da û destnîşan kir ku dewletê Servet Tûrgût qetil kiriye û ew vê yekê li kûçeyên Enqereyê diqîrin.