HDP’ê li hewşa Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kir: Wê planên îqtîdarê bi ser nekevin 2020-10-01 14:37:38 ENQERE – Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar û parlamenterên HDP’ê bi armanca şermezarkirina operasyonên binçavkirinê li dijî partiya wan li hewşa Meclîsê çalakiya rûniştinê da destpêkirin.    Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li gel parlamenterên xwe li dijî operasyona binçavkirinê ya li dijî HDP’ê li baxçeyê Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist. Ewilî Pervîn Bûldan axivî û têkildarî êşkenceya bi helîkoptêrê ya li Wanê hat kirin got: “Servet Tûrgût jiyana xwe ji dest da. Ez wan kiryarên êşkenceya dij mirovane pêk anîne û berpirsiyariyan û yên wan diparêzin şermezar dikim. Helbet wê nikaribin ser vê êşkenceyê biniximînin. Ji bo kujer û berpirsiyar werin darizandin çi ji destê me were em ê bikin.”    ‘OPERASYONA TOLHILDANÊ YE’   Bûldan destnîşan kir ku operasyonên li dijî partiya wan pêk tê “tolhildana siyasî ye” û got: “Siyasetmedarên me bi kêfî tên binçavkirin. Vê sibehê jî Hevşaredara me ya Qersê Şevîn Alaca û endamên meclîsê hatin binçavkirin. Opersyonên li dijî partiya me didomin. Em carek din destnîşan dikin ev operasyon ne hiqûqî ne û siyasî ne. Ev operasyon li gorî daxwaza ajanda siyasî ya îqtîdara AKP-MHP’ê pêk tên. Ev operasyon dewama operasyona 4’ê mijdara 2016’an a li dijî hevserokên me û paralementerên me û operasyonên darbeya qeyûman e. Em bi oprasyonên qirkirinê re rûbirû ne. Her ku îqtîdar winda dike, êrişên xwe hin bêtir zêde dike. Di hedefa wê ya ewil de jî HDP heye. Dixwazin rêxisinbûna me û têkoşîna me tasfiye bikin. Plana têkbirina demokrasiyê disepînin. Hûn nikarin li ber bilindbûn, mezinbûn û herikîna HDP’ê bisekinin.”    ‘WÊ PLANÊN WAN BI SER NEKEVIN’    Bûldan diyar kir ku îqtîdar her çiqas berga siyaseta demokratîk a HDP’ê bigire dê ew zemîna siyaseta demokratîk mezin û bi hêz bikin û got: “Wê planên terorîzekirina HDP’ê pûç derkevin û bi ser nekevin. Hûn dikarin bi şev û roj hesabê 50+1 bikin. Hûn dikarin bi qanûnên hilbijartinê bileyîzin. Lê vê qet ji aqilê xwe dernexin; wê ne hesabên îqtîdara we dê xeyalên demokrasiyê, aştî, edalet û demokrasiyê yên gelên Tirkiyê pêk werin. Ne faşîzm wê teqez demokrasî bi ser bikeve.”    ‘EM VÊ LÎSTIKÊ BI HEV RE XERA BIKIN’    Bûldan da zanîn ku sûcek hevalên wan siyasetmedar hebe jî birêvebirina siyaseta demokratîk e û got: “Ya esil divê ne HDP’ê werin binçavkirin û darzandin. Yên ku werin binçavkirin divê kujer û berpirsiyarên Roboskî, 5’ê Hezîranê, Pirsûs û Enqereyê, Soma, Çorlû, Sakarya, Afyon û êşkenceya bi helîkoptêrê, yên ne li rêtiyê, diziyê û sûcên nefretê dikin werin girtin û darizandin. Demildest hevalên me berdin. Heke hûn wisa wêrekin werin em li Meclîsê demildest komîsyona lêkolînê ya ji bo 6-8’ê Cotmehê ava bikin û bi rehendên wê rastegîn lêkolîn bikin û derxin holê. Îqtîdara AKP-MHP’ê li gorî planên xwe yên siyasî Tirkiyê û siyasetê qefle dikin. Em vê lîstikê bibînin. Em vê lîstikê bi hev re xera bikin. Ev vê qeflekirinê bi hev re bi yekîtiya hêza gelan û demokratîk ji pêşiya xwe rakin.”    SANCAR: EM ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ LI DAR DIXIN    Piştî Bûldan, Mîthat Sancar axivî û operasyona li dijî partiya xwe wek “operasyona darbeya siyasî” nirxand û got: “Em partiya sêyemîn a Meclîsê ne. Em ê mafê xwe yê muxalefetê di her platformê de bikar bînin. Me îro biryar girt ku em ê beşdarî merasîma vekirina Meclîsê nebin. Ev ne helwestek li dijî Meclîsê ye. Meclîs yek ji platforma herî girîng a siyaseta demokratîk e. Li dijî ewqas neheqî, bêhiqûqî û zilmê ne li Desteya Giştî ya Meclîsê, li baxçeyê Meclîsê me xwest em ji gelên xwe ragihînin û me vê wek rêbazek guncav dît. Em ê li baxçeyê Meclîsê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Heta ku Desteya Giştî ya Meclîsê bidome em ê di çalakiya rûniştinê de bin.”    Piştî axaftinan Hevserok Bûldan û Sancar û parlamenter li baxçeyê Meclîsê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.