Piştevaniya bi HDP’ê re dewam dike: Li dijî zilmê bûn endam 2020-10-01 15:24:59 ÎZMÎR - 29 kesên di nav de hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û akademîsyen jî heyîn, diyar kirin ku ew alîgirên demokrasî, aştî, mafên bingehîn, azadiyê ne û ji bo vê li dijî zextan dibin endamên HDP’ê.  Bertek û piştgiriyên, piştî operesyona binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatin destpêkirin, bi her awayî dewam dikin. 29 kesên di nav de hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan û akademîsyen jî heyîn, çûn Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û bûn endamê partiyê. Kesên ku bûn endamên HDP’ê piştî kar û barê endamtiyê daxuyanî dan çapemeniyê. Prof. Dr. Nîlgun Toker di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Em alîgirên demokrasi, aştî, mafên bingehîn û azadiyê ne. Ji ber vê em bûn nedamê partiyê. Em hemû kesî vedixwînin ku bibin endamê partiyê.    Navê kesên bûn endamên HDP’ê wiha ne: “Prof. Dr. Nilgun Toker, Prof. Dr. Zerrîn Kurtoglu, Prof. Dr. Mehmet Zencir, Dr. A. Serdar Tekin, Parêzer Şukran Ozturk, Dr. Nermin Biter, Parêzer Ali Aydin, Aytul Uçar, Mamosteyê Emekdar Caner Canli, Emekdar Şirin Ulusoy, Mamosteyê Emekdar Ahmet Çiçek, Dr. Kader Ayyildiz, Psikolog Ayla Bilir, Psikolog Mevlut Ulgen, Parêzer Leyla Çelik Guneş, Parêzer Yunus Emre Guneş, Yusuf Kosele, Hemşire Guneş Tercan, Kamil Karataş, Biyolog Bengu Laçin, Parêzer Aryen Turan,  Parêzser Gurbet Uçar, Parêzer Abdulmecit Yilirim, Parêzer Fatma Demirer, Parêzer Sozdar Ortaç, Parêzer Mazlum Demirbag, Parêzer Şerife Çelik Uysal, Parêzer Guneş Kirmizigul Ture û Parêze Guneş Kirmizigul Ture.”