Polisên Wanê ku daxuyaniya çapameniyê asteng kirin: Bila MA nekişîne kî dikişîne bila bikişîne 2020-10-01 16:59:38 WAN – Polisan, heyeta KCD, DBP û HDP’ê ku piştî serdana şîna Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest dabû, xwest daxuyanî bide, bi vê gotinê: “Em ê destûr nedin ku Ajansa Mezopotamyayê bikişîne” asteng kir.       Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamentgerên HDP’ê, piştî serdana xwe ya şîna Servet Tûrgût ku ji helîkopterê hatibû avêtin û rojek berê jiyana xwe ji dest dabû, xwest li ber Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê daxuyanî bide. Polisan bi hinceta ajansa me destûr neda ku hyet daxuyanî bide.      AJANSA ME KIRIN HINCETA ASTENGIYÊ   Hevseroka HDP’ê ya Wanê Oznûr Bartin re ragihandin ku bi biryara walîtiyê destûr nedin ku çapamenî daxuyaniya wan bikişîne. Di kêliya hevdîtina di navbera polis û heyete de polisek bi dengekî bilind got ku wê destûr nedin Ajansa Mezopotamyayê kişandinê bike û nûçegîhanê me hedef nîşan da. Ji ber destûr nedana ajansa me heyete diyar kir ku wê daxuyanî neda û vê rewşê şermezar kir.    POLIS: BILA MA NEKIŞÎNE KÎ DIKIŞÎNE BILA BIKIŞÎNE   Piştre heyete derbasî avahi HDP’ê ya navçeyê bû û xwest li vir daxuyanî bide. Polisan li vir jî daxuyaniyê asteng kir. Parlamenterê HDP’ê Omer Gergerlîoglû, derbarê astengiya polisan de diyar kir ku polisan ji wan re gotiye ku hûn dikarin bi şertê ku çapemenî nekişîn daxuyanî bidin û wiha got: “Dema ku me ji wan pirsî, ‘Hûn çima dema em bi telefonên xwe dikişînin dengê xwe nakin astengiya ji Ajasan Mezopotamyayê re derdixin?’ midurê polisan ev bersiv da, ‘Hûn Ajansa Mezopotamyayê ajanseke asayî dibînin?’. Polisan ji me re gotin ku bila Ajansa Mezopotamya nekişîne kî dikişîne bila bikişîne.”   PARLAMENTERAN BERTEK NÎŞAN DA   Parlamenterên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Huda Kaya û Mûrat Çepnî bertek nîşanên van astengiyên li pêşiya ajansa me dan û destnîşan kirin ku polisan azadiya çapamiyê bin pê kiriye. Di berdewamê de jî parlamenteran got ku bi zanebûn çapameneniyê terorîze dikin ew ê vê rewşê qebûl nekin.