Serokê Amerîkayê Donald Trump bi koronayê ket 2020-10-02 08:59:56 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê DYA’yê Donald Trump eşkere kir ku testa Kovîd-19 a wî û hevjîna xwe Melania Trump pozîtîf derketiye û dê di karantînayê de bimînin.  Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump di hesabê xwe yê Twîtterê de ragihand ku piştî ku şêwirmendê wî bi vîrûsa koronayê (Kovîd-19) ketiye, wî û hevjîna xwe Melania Trump testa Kovîd-19 kirine û pozîtîf derketiye.      Trump wiha got: “Îşev testa Covîd-19 a First Lady û ya min pozîtîf derketiye. Em ê demildest dest bi pêvajoya karantîna û başbûnê bikin. Em ê vê pêvajoyê bi hev re ji ser xwe biavêjin”.