Çîftyurek: Tifaqa neteweyî wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibe bertek 2020-10-02 09:08:05   AMED - Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek derbarê geşedanên dawî yên li başûr, bakûr, rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê de bang kir ku hemû partiyên kurd bên cem hev û got: “Heke îtîfaka neteweyî di nava kurdan de pêk were wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê gel jî bertek nîşan bide.”   Li Rojava  derbarê yekîtiya neteweyî de gelek pêşketinên girîng rû didin. Di navbera ENKS û PYNK`ê de civînên li ser bingeha yekitiya neteweyî û lihevkirina siyasî çêbûn. Li aliyê din jî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakûr û başûrê Kurdistanê didomin. Herî dawî Serdozgerê Komarê yê Enqereyê derbarê siyasetmedarên kurd de li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê operasyon da destpêkirin û gelek siyasetmedarên kurd û dostên wan da binçavkirin. Dîsa Tirkiye êrîşên xwe yên Başûrê Kurdistane didomîne herî dawî balafirên Tirkiyeyê çoltera gundê Guherzê yê girêdayî navçeya Amediyê bombeberan kir.    Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek derbarê geşedanên dawî yên li başûr, bakûr û rojavayê Kurdistanê û yekitiya netewî de axivî û nirxandinên girîng kir.   ‘TIRKIYE NEFIRÎ DIRÊJÎ ERDÎ BÛ’   Çîftyurek, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên hûndir û derveyî welat û wiha got: “Digotin 'bi Pergala Serokatiyê wê Tirkiye bifire' lê Tirkiye nefirî û seranser dirêjî erdî bû. Betalî û dovîz firiya, aborî xerab bû. Di hundir de serweriya hikumetê kete tengasiyeke mezin. Tirkiye li derve jî li Lîbya, li Îdlîb, li Rojhilatê Behra Spî û li Kurdistanê siyaseta siva sor dimeşîne. Ev siyaset xetimî. Li her derê tenê ma. Li ser van bûyeran Lijneya Ewlehiya Netewî (MGK) du peyam dan. Gotin ‘li derve em siyaseta aşitiyê û diyalogê dixwazin’ lê di hundir de peyama êrîşê da. Ji ber vê yekê Serdozgeriya Enqereyê biryareke siyasî da û li ser siyaseta kurd êrîş pêk hat. Çend peyamên van êrîşan hene. Ya girîng ji siyaseta hundir a Tirkiyê re ye. Wek CHP û partiyên din. Ji wan re gotin ‘divê hûn nêzîkî HDP’ê nebin.’ Ji bo HDP’ê çalek koland lê ew bi xwe ketin wê çalê. Cara ewil e HDP ji gelek partiyên Tirkiyeyê piştgirî digire. Îtîfaka Cumhur tenê ma. Peyameke din jî ji bo Demîrtaş wan e, dibêjin ‘em wan bernadin.’ Ya sêyemîn jî ji ber yekitiya Rojava ye, nikarin êrîş bikin lê bi van operasyonan dibêjin ‘em qebûl nakin.’”   ‘TIRKIYE STATUYA BAŞÛR Û ROJAVA QEBÛL NAKE’   Çîftyurek, anî ziman ku Tirkiye êrîşên xwe yên Başûr didomîne û wiha axivî: “Dewleta Tirkiye çiqas li siyaseta derve bi xetime jî statuya Başûr û Rojava qebûl nake. Tirkiye li Rojava gef xwarin lê nikarî bi seranser êrîş bikirana. Dema derve dikeve tengasiyê di hundir de êrîşî siyaseta kurdan dike.” Çîftyurek, da zanîn ku heke îtîfaka neteweyî di nava kurdan de pêk were wê li dijî êrîşên Tirkiyeyê gel jî li kolanan bibe bertek û wiha berdewam kir: “Gelê me van erîşan qebûl nake li kolanan tu mîkrofonê dirêjî kê bikî ew ê bêjin ‘em qet vê êrîşê qebûl nakin.’ Li gelek bajaran, li gel êrîşan jî bertek hatin nîşandan.” Çîftyurek, xwest ku Hikumeta Başûr li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê helwestekê bigire û gavên bi hêz biavêje.   ‘DI SIYASETÊ DE DIYALOG Û DESTDIRÊJKIRINA HEVDÛ RIYA ÇARESERIYÊ YE’   Çîftyurek, bal kişand ser hewldanên yekitiya netewî yên li Rojava û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Gel, rewşenbîr, dostên kurdan ên heremî û navdewletî ji bo yekitiyê bûn alîkar. Hikumeta Başûr jî alîkarî kir. Hewldanên yekitiya netewî yên li Rojava ser bikeve, wê gelek tişt werin çareserkirin. Çawa? Derket holê ku di nava siyaseta kurd de diyalog, dest dirêjkirina hevdû riya çareseriyê ye. Em wek Partiya Komînîst a Kurdistanê bi salan e dibêjin divê di nava kurdan de riya demokratîk û aşitiyê vebe. Bi taybetî jî di navbera PDK’ê û PKK’ê de divê vebe. Kî dixwaze Kongreya Netewî were avakirin divê nêzîkî hevdû bibin. Gava li Rojava hatiye avêtin gaveke girîng e. Divê di meseleya Başûr de jî ya Şengalê de jî her du partiyên me werin cem hev.”   ‘HEWCEYE ŞENGAL SIYASETA KURD BIKE YEK’   Çîfyurek, destnîşan kir ku bajarê Şengalê pira her çar parçeyên Kurdistanê dike yek û vê mijarê wiha nirxand: “Gerek Şengal siyaseta kurd bike yek û bibe pira aşitiyê. Ji ber vê yekê banga me careke din ew e ku her du partiyên me yên mezin (PKK-PDK) û hemû partiyên me li ser meseleya Şengalê werin ba hev û bi diyalogê destê xwe dirêjî hev bikin. Şengal girîng e, heke meseleya Şengal û Rojava çareser bû, li pêşiya Kongreya Netewî tu astengî namîne. Hinek hêzên navdewletî dixwazin meseleya Şengalê di navbera Iraq, Tirkiye û Hikumeta Herema Kurdistanê de çareser bibe. Em vê qebûl nakin. Meseleya Şengalê meseleya Tirkiyeyê û Iraqê nîne meseleya kurdan e. Ji ber wê banga me ji Hikumeta Başûr e ku Şengalê di navbera xwe de çareser bikin. Çawa Rojava di navbera xwe de bi riya diyalogê çareser dikin divê meseleya Şengalê jî wisa çareser bikin.”   ‘HEWCEYE EM MIL BIDIN ÎTÎFAQA ROJAVA’   Çîftyurek, bi lêv kir ku hewldanên tifaqa Yekitiya Netewî yên li Rojava girîng in û axaftina xwe wiha domand: “Tifaqa li Rojava, li her çar perçeyên Kurdistanê kelecaneke mezin derxist holê. Ji ber wê banga me li rojnamevan, rewşenbîrên me ye ku bêjin em bê şert û merc zimanê xwe dîsîplîn dikin. Îro di navbera PYNK û ENKS’ê de roja rexnekirinê nîne. Divê em piştgiriyê bidin. Rexneyên me hene lê wê sifreya yekitiyê belav neke. Tifaqên berê yên ku di nav kurdan de çêbûne û yên niha ne wek hev in. Li Rojava Tifaqeke stratejik heye. Divê em li berjewendiyên partiyan ne li yên gelan binêrin, siyaseta heremê û yên navdewletî çawa li vê tifaqê dinêrin wan binêrin. Li hember derdikevin an na? Ji ber wê tifaq girîng e, hewceye em mil bidinê. Heke tifaq serbikeve bingeha Kongreya Netewî ya kurd wê bê danîn.”    ‘TIFAQA KURDISTANÎ YA BAKÛR WÊ ROJÊN PÊŞ DE KOM BIBE’   Çîftyurek, diyar kir ku wek partiyên Tifaqa Kurdistanî wê rojên pêş de li ser geşedanên dawî kom bibin û ev tişt got: “Li Bakûr êrîş mezin çêbûne. Li Rojava gav tên avêtin. Li Başûr şert û merc giran dibin. Em li ser şûr in. Ji ber wê Tifaqa Kurdistanî ya Bakûr wê were cem hev, em di ku de mabûn em ê ji wir dest pê bikin. Me du komîsyon ava kiribûn. Yek ya model yek jî ku bigihijin gel. Ji ber vê rojeke pêş de em partî û rêxistin ê werin cem hev. Gereke em peyamekê bidin gelê kurd. Li hundir ewqas êrîş hene, hewceye em werin cem hev û gav biavêjin. Astengiya koronayê derneketibûya gerek di vê meha Cotmehê de me bi konferanseke berfireh yekitiya xwe diyar bikira.”   Çîftyurek, herî dawî bang li demokratên tirk û gelê kurd kir ku li dijî êrîşên ser HDP’ê û siyaseta kurd nerazîbûnên xwe bînin ziman û êrîşan şermezar bikin.   MA / Fahrettîn Kiliç - Ergîn Çaglar