Ji bo biryara rawestandina darizandina doza Hêlîn Şen îtiraz kirin 2020-10-02 09:17:52 AMED - Dadgehê bi hinceta destûra lêpirsînê tuneye, doza polîs Abdullah E. ku Hêlîn Şenê kuştibû dabû sekinandin. Parêzerên Hêlînê Şenê jî serî li Dadgeha cezayê Giran a 2'yan a Amedê dan û îtiraz kirin.  Li navçeya Sûr a Amedê di dema qedexeya derketina derve de polîsan Hêlîn Şen a 12 salî kuştibû. Şenê di 12'ê Cotmeha 2015'an de gava ji bo nan bikire ji malê derketibû, polîsên di wesayîta zirxî de bera wê dabûn û ew kuştibûn. Ji ber vê der barê polîsê sûcdar Abdullah E. de bi hinceta "kuştina qisûrdar" li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Amedê doz hatibû vekirin. Lê belê dadgehê di danişîna 4'an a dozê de bi hinceta der barê polîs Abdullah E. ku Şenê kuştibû de destûr alêprisînê tuneye biryara darzandinê dabû sekinandin.    Piştî vê endamên Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz û Abdûllah Zeytûn ji bo biryara navbirî bê betalkirin serî li Dadgeha cezayê Giran a 2'yan a Amedê dan û îtiraz kirin.    Dadgehê, derpêş kiribû ku tişta polîs Abdullah E. kiriye di çaçroveya peywira wî de ye û lewma der barê wî de destûra lêpirsînê tuneye û ji ber vê darizandin daye rawestandin. Lê belê parêzerên Şenê ku îtirazî biryara navbirî kirin, di daxwaznameya xwe de destnîşan kirine ku tişta ku polîs kiriye tu eleqeya wê bi peywira wî re tuneye.    Her wiha parêzeran di daxwaznameya xwe de destnîşan kirine ku bi vî awayî hatiye xwestin doz bi derengî bikeve û bi vî awayî mafê lêpirsîneke çalak hatiye binpêkirin.    Parêzeran di daxwaznameyê de diyarkirine ku biryara hatiye girtin li dijî qanûnê û mafê parastina jiyanê ye, lewma divê biryara Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Amedê bê betalkirin.