‘Eskeran bang kir got 'Hecî Miheme': Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye 2020-10-02 09:20:56 MÊRDÎN – Fatma Altûg, di navbera 1994-1994-6'an de li Midyadê 4 xizmên wê di binçavan de hatine windakirin û lêpirsîna der barê wan de bi hinceta "dibe ku tevlî PKK'ê bûbin" bi dawî bûn got: "Esker, bang kir got 'Hecî Miheme' û ew binçav kirin. Cerdevanan jî got, 'em hatine bi qamyonan termê we bibin.'"    Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 30'yê Çileya 2012'an de der barê 9 kesên ku di navbera 1994-1996'an de li navçeya Midyad a Mêrdînê di binçavan de hatibûn windakirin de lêpirsînek dabû destpêkirin, lê belê der barê lêpirsîna ku di sala 2014'an de bi biryara "bêrayetiyê" ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatibû şandin de careke din biryara "bêrayetiyê" hat dayîn. Wê lêpirsîna der barê fermandarêê qereqolê yê wê demê Hîlmî Kahraman, efser Mehmet Ziya Odabaş, Metîn Çetîn, Mûrat Sevîm û Adem Kiliç de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Midyadê ve bê birêvebirin. Dozgerê ku der barê dosyeya ku ji Serdozgeriya Komarê ya Midyadê re hatiye şandin de fezleke amade kir, ji bo Şehmûs Eroglû, Husnî Çankaya, Nîhat Aydogan, Abdullatîf Şahîn, Tevfîk Ay, Mehmet Emîn Atûg, Şukru Demîr, Hiznî Bîlmen û Abdulkadîr Demîr gotiye: "Dibe ku ev kes tevlî qadroya rêxstina terorê ya çiyê bûbûn an jî dibe ku rêxistinê ew kuştibin."    Bereksê îdiaya dozgeriyê, xizmên Mehmet EmînA tûg, Hiznî Bîlmen, Abdulkadîr û Şukru Demîr ku di 14'ê Gulana 1995'an de qereqolê ji gundê Kerşafê gazî wan kiribû û piştî çûbûn careke din xeber ji wan nehatibû girtin, cardin gotin, piştî çûn qereqolê careke din xeber ji wan nehatiye girtin.    Fatma Atûg a 85 salê, dotmama Hiznî Bîlmen e. Hiznî Bîlmen, li gundê Kerşafê tevî 3 kesan hatiye windakirin.   Atûg ku 4 xizmên wê hatine windakirin, anî ziman ku piştî keça wê tevlî PKK'ê bûye qereqolê gazî hevjînê wê, birayên wî û pismamên wî kiriye. Atûg, bilêv kir ku 3 kesên tevî hevjînê wê hatin windakirin û keyayê gund jî di nav de 8 kes wê demê çûne qereqolê û got: "Nizam bê ji çar heban re çi pirsîne. Lê ji wan re gotine li derdora xwe nenêrin rast berê xwe bidin malê. Keya û azayên wî liq ereqolê mane. Paşê wan jî berdan. Yek jê xizmê me bû. Wî telefonî me kir. Wê çaxê telefonên berîka tunebûn. Pirsî bê ka hatine malê. Me got, nehatine. Dû re esker hating und. Wê çaxê xaniyê me li ber rê bû. Tiştê me dît û hat serê me, neyê serê tu kesî. Dengê çeka hat. Mala me gulebaran kirin. Perde hemû qetiya, qedeh şikiyan, sifre mifre hemû qulqullî bûn. Em giş çûn, me xwe xist serşokê. Em heya serê sibehê li wê derê man, heya melê sibê azan da."    ‘HÎN JÎ EW DENG DI KERIKA GUHÊ MIN DE YE'    Atûg, diyar kir ku bi dû re deng ji deriyê wan hatiye û got, ên hatin esker û cerdevan bûne. Atûg got: "Cerdevanan got, 'Em hatine bi qamyonan termê we bibin. Qey kes nemiriye.' Wê çaxê keça min got 'Ka bavê min' û êrîş bir ser wan. Gotin, 'Wê bavê te bê.' Hîn tê hîn tê. Esker hatin, her çaran birin. Çi anîn serê wan, çi kirin kes nizane. Me ji qereqolê doza wan kir. Gotin, 'Çûne teblî PKK'ê bûne.' Gişa birin. Wê çaxê eksî alîkariya me nekir. Heya sax bim ez ê ji bîr nekim. Dibêjin çûne çiyê. Eskeran ew bir. Hatin bang kirin gotin 'Hecî Miheme'. Hîn jî ew deng di kerika guhê min de ye. Wan birin tabûrê. Kes nizane çi anîn serê wan. Tu der nema em lê negeriyan. Me hestiyên wan jî nedît. Qet nebe me hestiya wan bidîta."    ‘QEREQOLÊ BAVÊ MIN Û XALÊ MIN BIR'    Keça Mehmet Emîn Atûg Zekiye Atûgê jî anî ziman ku gava bûyer qewimîne li navenda Midyadê bûye û got, çawa pê hesiyaye çûye gund. Atûgê, bilêv kir ku dema bûyerê 22 kes li mala bavê wê bûne. Atûgê, anî ziman ku gava hatiye gund cerdevan û esker li mala wan bûne û her der ji fîşekên çek û topan xalî nedibû û got, eşyayên mala wan hemû belawela bûn. Atûgê, bilêv kir ku gava pirsa bavê xwe kiriye, cerdevanan gotiye "wê werin" û got: "Zanibûn çi bûye. Henekê xwe bi me dikirin." Atûgê, anî ziman ku li serê diya wê jî xistine û got, zilamên gund hemûyan li hewşa dbistanê kom kirine û ew îşkence kirine. Atûgê, diyar kir ku eskeran nehiştiye gundî biçin malên xwe û her tim egf li wan xwarine.    Her wiha Atûgê ji bo îdiaya dozgeriyê jî got: "Xwişka min çû çiyê, nehat. Sax e yan miriye nizanim. Lê baş dizanim bavê min û xalên min birin qereqolê. Çawîşê sereke gazî wan kiriye. Tevî keya û azayan çûn, lê hew hatin. Qereqolê kiriye. Esker in, cerdevanên nizanim lê qereqolê kir. He rtim tên birayê min dibin. Ma me çi kiriye. Ew avêtin bîran, ew îşkence kirin. Ma hîn doza çi dkin. Heya em sax bim em ê gilîdar bin. Hestiyên me jî bidin me, em ê gilîdar bin."    ‘DEREWAN DIKIN'    Hevjîna Şukru Demîr Sûltanî Demîrê jî anî ziman ku piştî keya û ên din hatine berdan, telefonî wan kirine bê ka hatine yan na. Demîrê, diyar kir ku lê belê ji wê rojê heya niha me tu xeber ji wan negirtiye û got: "Çûn, hew hatin. Em çûn her derî. Em çûn Midyadê, Mahsertê. Me ji gundên derdorê pirsîn. Lê me ew nedîtin. Neçûne çiyê. Derewan dikin. Extiyar bûn. Hiznî (Bîlmen) hnekî baş bû, ew jî feqîr bû. hecî Şikrî ji gişa mezintir bû. Extiyar bû. Me dev ji dozê bernedaye. Bila hestiyên wan bidin me."    ‘SERKIRYAR HÎLMÎ KAHRAMAN E'    Keyayê wê çaxê Hasan Dûrû jî, anî ziman ku tevî 4 kesên hatin windakirin çûye qereqolê û got, heya êvarî li qereqolê mane. Dûrû, bilêv kir ku fermandarê qereqolê Hîlmî Kahraman, jê re gotiye wê her çaran jî berda ûg ot: "Pêşî got, wê bavê her sê keçikan berde. Dû re fitilî ji Hecî Şikrî re got, 'Jixwe keça te 6 sal in li dijî me têdikoşe.' Jê re jî got derkeve. Dû re ew derktin çûn. Lê di rê de ew li wesayîtê siwarkirin cardin birine. Me jî daxistin jêrzemînê. Gava min nimêj dikir, çek spartin serê min. Gotin, li derdora xwe nenêrin rast berê xwe bidin malê. Wê çaxê Hîlmî Kahraman ji me pirsî bê ka ew gihaştine gund an na. Min jî got, herger tiştek nebûbe gere gihaştibin gund. Lê negihaştibûn. Eskera û cerdevanan derdora gund dorpêç kiribû û agir bi malan xistibûn. Ew winda kirin. Tevlî PKK'ê nebûne. Hatin kuştin. Serkiryar Hîlmî Kahraman, Metîn û Ziya ne. Cerdevan û ev kes bûn. Wan ew winda kirin. Jixwe extiyar bûn. 70 salî bûn. Wê çawa tevlî PKK'ê bûbûna. Giş jî vê dibêjin. Dizanin li kû ne. Dozger jî dizane. Min ev tişt ji dozger re jî gotin."    MA / Ahmet Kanbal